​​​​​​​`Parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîsogeriya parastina ewlehiya welatên Ereban e`

Akademîsyen û nivîskarên Ereb destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê wek dergehekê dibîne ji bo ku dewletên Ereb û herêmê kontrol bike û serfiraziyên osmaniyan vegerîne. Her wiha banga avakirina hevbendiyeke erebî-kurdî li hember timayên Tirkiyê kir.

​​​​​​​`Parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîsogeriya parastina ewlehiya welatên Ereban e`
5 kanûn, 2022   03:25
QAHÎRA-MUHSIN EL MESIRÎ

Akademîsyen û nivîskarên Ereb ji ANHAʹyê re axivîn, hişyarî da ku xetereya êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li ser herêmên Kurdan e, heman demê digihêje dewletên Ereb. Her wiha gotin, armanca herî mezin a rejîma Erdogan, vegerandina xîlafeta osmanî ye.

ʹÊRIŞÊN TIRKIYÊ LI SER TEVAHÎ WELETÊN EREB XETERE NEʹ

Profesorê têkiliyên navneteweyî yê zanîngeha Mute ya Urdunê  Dr.Iyad El Micalî got: “Projeya Erdogan, ji bo vegerandina serfiraziyên xîlafeta osmanî ye. Erdogan bakurê Sûriyê wek dergehekê dibîne da ku berê xwe bide herêmên din ên Ereban. Hebûna baregehên Tirkiyê li Musil, Qeter, Lîbya û Sûdanê nîşaneyên vê yekê û nîşaneyên rastîn ên zêdegaviyên Tirkiyê di bin navê îslama siyasî de ye.”

El Micalî got, ji ber ku desthilata siyasî ya Enqereyê, dijminatiya YPG, YPJ, QSD û PKK`ê dike, operasyonên leşkerî yên li du hev li dijî gelê Sûriyê pêk tîne.

Her wiha El Micalî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ku operasyonên Erdogan berdewam bike, dijminatiya bi kurdan re di aliyê siyasî de bi kar tîne û di bin navê şerê li dijî terorê de û parastina sînorên xwe ji êrişan ku PKK`ê pê tawanbar dike, hewl dide li Sûriyê firehtir dibe.

El Milacî bi domdarî got: ʹʹ Enqere fêm dike ku tenê bi rêya kontrolkirina bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê dikare projeyên osmaniyan vegerîne û ji wir projeya erdoganî ya somanî dest pê bike û berê xwe bide hemû welatên Ereb û serfiraziya xîlafeta osmanî vegerîne ku ji okyanos heta kendavê bû."

Li gorî El Micalî; paşguhkirina van êrişan ji aliyê DYA`yê ve dihêle Erdogan operasyonên xwe yên leşkerî zêde bike. Her wiha destnîşan kir ku şerî vê dawiyê ku dewleta Tirk dest pê kiriye, operasyoneke leşkerî ya qedexekirî ye û li dijî ewlehiya herêmê bi giştî ye.

ʹÊRIŞ NIYETÊN VEŞARTÎ EŞKERE DIKEʹ

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê ku li Awustûrya dimîne Behcet El Ubeydî got: “Êrişên Tirkiyê li dijî Kurdan ranawestin. Ev êriş, aştiyê ji dewleta Tirk re nayne û berteka Kurdan jî tu care ranaweste.”

El Ubeydî anî ziman ku her çiqasî hewldanên çewisandina doza kurdî hene, Kurd xwediyê dozeke adil in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurd dixwazin bi gelên li cîhanê re wek hev bin û azad li ser axa xwe bijîn, nasnameya xwe yên di vê erdê û dîrokê de şax daye biparêzin.”

El Ubeydî destnîşan kir ku mirovek adil êrişên Tirkiyê yên li ser Kurdan red dike û piştgiriyê dide doza kurdî ya adilane û got: "Tu gelî li cîhanê mîna Kurdan ji sedên salan ve nehatin çewisandin û ji avakirina dewleteke li ser xaka pêşniyên xwe bêpar hatin hiştin."

El Ubeydî wiha domand: “Li şûna ku azadîxwazên li cîhanê piştgiriya doza Kurdan bikin, em dibînin ku dewletên mezin êriş û terora li ser vî gelî tê kirin, paşguh dikin.”

Her wiha El Ubeydî destnîşan kir ku êrişa dawîn ên li ser Iraq û Sûriyê, terora ku li dijî Kurdan tê meşandin rave dike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Operasyona mezin a li dijî Kurdan berê hatiye plankirin. Beriya êrişê, desthilata Tirkiyê bilez PKK`ê û hêzên kurdî yên li Sûriyê bi pêkanîna teqîna li Stenbolê tawanbar kir. Lê her du hêzan gotin têkiliya wan bi êrişê re tune ye. Ev tawann niyeta veşartî ya operasyona Tirkiyê ya dawîn a li dijî gelê Kurd eşkere dike.”

El Ubeydî hişyarî da ku heke ev êriş berdewam bike ku Tirkiyê gef xwar dê di aliyê bejahî de jî êriş bike, dê felaketek bê serê gelê Kurd û Ereb li Sûriyê û Iraqê. El Ubeydî bang li dewletan kir ku mafê jiyaneke ewleh yê gelê Kurd mîsoger bike.

ʹli Dijî Êrişan Divê Hevbendiyeke Kurdî-Erebî Were Avakirinʹ

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Ehmed El Tuhamî got: “Tirkiyê ruxmî ku hewl dide serfiraziya tirkî vegerîne, lê di nav aloziyeke rastîn de ye. Erdogan tenê hewl dide wê dema rûdana wê karesatê dûr bixe.”

El Tuhamî diyar kir ku dewleta Ataturk herî kêm ji du neteweyan pêk tê û rastî zulmê hatine ew jî kurd û ermen in û wiha pê de çû: “Tirkiye baş dizane ku dem hatiye ku Kurd serxwebûna xwe bi dest bixe, lê hewl dide dema pêkhatina wê dereng dixe da ku demeke dirêjtir zulmê li Kurdan bike û axa wan bi kar bîne.”

Li gorî El Tuhamî: “Piştî ku Erdoganê dîn, her mseleyeke siyasî veguhere bazirganiyeke bi sûd a Tirkiyê, Tirkiye ji bo gelên herêma Rojhilata Navîn, di serî de ji bo gelên Kurd û Ereb bûye xetereyeke mezin .”

Di dawiyê de El Tuhamî behsa rola Ereban di berxwedana li hember plana Tirkiyê de kir û got: “Divê Ereb mafên Kurdan nas bikin, piştgiriyê bidin avakirina dewleteke kurdî ya hevgirtî ya ji bo hemû Kurdan, divê bi gelê Kurd re hevgirtî bin û bi pere û çekê piştgiriya berxwedana vî gelî bikin da ku rê li ber êrişên Tirkiyê were girtin ku hem Kurdan û hem Ereban dike hedef.”

(şx)

ANHA