​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê: Em bi QSD`ê re ne

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê piştrast kir ku ew piştgiriya QSD'ê dike ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe dide.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê: Em bi QSD`ê re ne
4 kanûn, 2022   15:30
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên eşîran, Kombûna Jinan a Zenûbya û bi sedan şêniyên Reqa, meclis û komîn tev li meş bûn. Beşdaran alên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), Meclisa Malbatên Şehîdan û pankertên; “Ev axa me ye û herêmên me bi fedakariyên ciwanên me ewle ne” hildan.

Meş ji pêşiya Meclisa Giştî ya bajarê Reqa dest pê kir û ber bi qada agirkujiyê dewam kir. Li wir hevserokê Meclisa Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El Maşî axivî û diyar kir ku ji sala 2014'an ve û dijmin plan dike ku vê welatî wêran bike.

El Maşî destnîşan ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhateyên herêmê dê li hember hemû dijminan bisekinin û piştgiriya QSD'ê bikin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqa Nediye El Ehmed diyar kir ku êrişên dewleta Tirk, vîna gelê herêmê naşikîne û Rêveberiya Xweser têk nabe ku nûnertiya gelê Sûriyê kir beyî ku nasnameya pêkhateyan binpê bike.

Nediye El Ehmed bang li tevahî pêkhateyên kir ku li hember siyaseta dewleta Tirk a înkarkirinê hişyar bin û soz da şehîdan ku destkeftiyên bi saya fedekariyên wan bi dest xistine, biparêzin

(dm)

ANHA