​​​​​​​Desteya Parastina rêber Ocalan bang li nûnerê NY kir ku doza rêber Ocalan veke

Desteya Parastina Rêber Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan sûcên dermirovî ne û bang li nûnerê NY yê Konseya Ewlehiyê kir ku doza îşkencekirina rêber Abdullah Ocalan veke.

​​​​​​​Desteya Parastina rêber Ocalan bang li nûnerê NY kir ku doza rêber Ocalan veke
4 kanûn, 2022   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Parastina rêber Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Tunebûna rêbazên zanîna rastiya girtîgeha Îmraliyê teqez dike ku kiryar û îşkenceya ku desthilatiya Tirk li dijî rêber Ocalan pêk tîne, bi zanabûn tên veşartin. Her wiha desthilata Tirk sîstemeke li ser esasê qirkirina hemû neteweyên din ava bûye û armanca wê berdewamkirina vê rejîma zordest e ku herdu rêxistinên Têkoşîna li Dijî Tundiyê (CPT) û ya Efûyê li hember wê nikarîn tiştekî bikin.

Ji ber wê, ev pergal heta îro binpêkirinên mezin li dijî mafên mirovan pêk tîne, çi li hundirê Tirkiyê çi jî li derve. Ev rastî jî ji bo her kesî û mirovahiyê bi tevahî û saziyên civata navneteweyî yên fermî bi taybetî, berçav e.

QIRKIRINEKE NÛ LI QIRKIRINÊN KOMÎ ZÊDE DIBE

Dîlgirtina rêber Ocalan, darizandina wî û paşê birina cezayê giritnê ya tekekesî di şert û mercên ne baş de bê ku parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê pêk bînin, careke din teqez dike ku komploya navneteweyî ne tenê li dijî wî, lê belê li dijî hemû gelên bindest e di serî de gelê Kurd, ku ev komplo jî ji bo dewleta Tirk a dagirker dibe qirkirineke nû û li qirkirinên komî yên li dijî Kurdan pêk anîne zêde dibe.

Dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan şerê fikrî û kuştina hêdî hêdî dimeşîne. Redkirina pêkanîna hevdîtinê bi CPT`iyê re di Îlona 2002’yan de ji aliyê rêber Ocalan ve, destnîşan dike ku rewşa girtîgeha Îmraliyê xerab e û saziyên civata navneteweyî nikarîn xwedî li erka xwe derketibana.

RÊBER OCALAN DERGEHÊ AŞTIYA CÎHANÎ YE

Kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan li gor pîvanên qanûna navneteweyî nexasim madeyên 6 û 7 ên pergala Romayê ya darizandina navneteweyî, qirkirineke komî ya li dijî Kurdan û sûcên dermirovî ne.

Ji roja pêşîn a dîlgirtina rêber Ocalan de, dewleta Tirk tundiyeke xurt li dijî wî dimeşîne ku gelê wî niha tiştekî li ser wî û tenduristiya wî nizane.

Em sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang li nûnerê NY yê Meclisa Ewlehiyê dikin ku bi lez doza îşkenceya li ser rêber Ocalan veke, ji ber ku rêber Ocalan dergehê aştiya cîhanî ye.”

(mh)