`Divê azadîxwazên demokrat piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin`

Çalakiya konvedanê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Helebê hatibû li darxistin, bi teqezkirina mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

`Divê azadîxwazên demokrat piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin`
`Divê azadîxwazên demokrat piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin`
`Divê azadîxwazên demokrat piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin`
`Divê azadîxwazên demokrat piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin`
`Divê azadîxwazên demokrat piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin`
`Divê azadîxwazên demokrat piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin`
`Divê azadîxwazên demokrat piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin`
`Divê azadîxwazên demokrat piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin`
4 kanûn, 2022   16:48
HELEB

Kongra Star bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya konvedanê li qada Cibênet a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Di destpêka roja çalakiyê de qeydên deng ên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî bidestxistina azadiyê hatin guhdarkirin.

Sînevzyoneke têkildarî şerê gel ê şoreşgerî û berxwedana gerîla li Herêmên Parastina yên Medyayê hat pêşandan.

Di dawiya çalakiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Roşîn Musa daxuyanî da, di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Her wiha bang li hêzên siyasî yên niştimanî, Kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl hat kirin ku helwesta xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk nîşan bidin û bang li azadîxwazên demokrat li cîhanê hat kirin ku piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Civata navneteweyî û di serî de Rûsya, DYA,  dewletên Koalîsyona Navnetweyî, Yekitiya Ewropayê, Yekitiya Dewletên Ereb û CPT, berpirsên kiryarên dewleta Tirk in ku gelê Kurd û pêkhateyên herêmê dikuje.”

(dm)