ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-12-2022ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-12-2022ʹYAN
2 kanûn, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSDʹê Casim El Hemles li goristana Şehîdan dispêrin axê, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar dike, saet 10:00ʹan. Bi heman armancê şêniyên navçeya Dêrikê meşekê li dar dixin, meşê ji Qada Azadî dest pê dike, saet 11:00ʹan. Şêniyên kantona Hesekê jî ji bo şermezarkirina tecrîdê meşekê li dar dixin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê, Rêxistina Nûdem a Astengdaran çalakiyekê li Stada Qela ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê li ber xwe bidin û van siyasetan têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kir ku redkirina hevdîtina bi CPTʹê re ji aliyê rêber Abdullah Ocalan nameyek ji tevahî gelan re ku berxwedan û têkoşînê geş bikin. Şêniyan destnîşan kir ku ew ê nameya rêber Ocalan bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeyê SOHR′ê Ramî Ebdurehman têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got "Êrişên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Til Rifetê û gundên nêzî herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin got ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û dê li hember planên dewleta Tirk bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Gel a Asurî ya Herêma Cizîrê bang li Suryanan kir ku li kêleka pêkhateyên din bisekinin û li dijî dewleta Tirk a dagirker hevgirtina xwe xurt bikin û got "Vebijêrka me berxwedan û parastina herêmê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvanê siyasî yê sûrî Mihemed Îsa destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, gelek armancên wê hene, di serî de jî vejandina DAIŞ`ê. Îsa bang li gelê Sûriyê kir ku helwesteke cidî ya redker û berxwedêr li hember van êrişan nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK  Û JIYAN

- Ji bo kêmkirina bandora topbarana li ser kargeha Siwêdiyê yê Dêrikê, navenda kehrebeyê ya Hesekê bi rêya stasyona El Bewab kehrebeyê dide Qamişloyê.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA