​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-11-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-11-2022`YAN
29 mijdar, 2022   23:00

Şêniyên Minbicê bi boneya Roja Zarok a Cîhanê dimeşin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin xwepêşandanê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Foruma Almanî-Kurdî Yûnis Behram der barê planên dewleta Tirk ên ji bo serwerkirina çeteyên DAIŞ`ê li welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê hişyarî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, berxwedan û şerê gel ê şoreşgerî vebijêrka wan a yekane ye. Şêniyan helwesta Rûsya û Amerîkayê şermezar kirin û wiha gotin: "Her du jî cîhanê dixapînin ku ew li dijî êrişan in, lê ew hevkar in di van êrişan de." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzer û hiqûqnas Hejar El Kakeî diyar kir ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hewl dide rê li ber belavkirina belge û wêneyan bigire ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan eşkere dikin. El Kakeî amaje pê kir ku gelek hewldanên di vî warî de rastî astengiyan hatin ku PDK`ê danîne. (BI WÊNE)

Rûspî û serokeşîrên Tebqayê teqezî bi girîngiya hevgirtina bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û destnîşan kirin ku divê ew xwe nespêrin dewletan ji ber ku tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nûda Reşîd ragihand ku wan 6 hewldanên  çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ketina gundên Minbicê têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

NY’yê beriya 17 salan 30'ê Mijdarê wek Roja Bîranîna Qurbaniyên Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî îlan kir. Dewleta Tirk ji Komkujiya Dersimê ve hemû peyman, protokol û qedexe binpê dike û li dijî Kurdan bikaranîna çekên qedexekirî didomîne û tevî hemû delîl û tespîtan jî nayê darizandin. (BI WÊNE)

ANHA