Êrişên dagirkeriyê û tevgera balafiran li herêmê dewam dikin

Di van kêliyan de gundên Cidêda û Mielek û rêya M4 yên navçeya Eyn Îsayê tên topbarankirin. Li asîmanê herêma Efrînê jî tevgera balafirên dagirkeriya Tirk heye.

Êrişên dagirkeriyê û tevgera balafiran li herêmê dewam dikin
30 mijdar, 2022   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundên Cidêda û Mielek û rêya M4 yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê bi obîsan topbaran dike.

Hat ragihandin ku li asîmanê kantonên Efrîn û Şehbayî jî tevgera balafirên bêmirov û balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker heye.

(cx)

ANHA