Li dijî Til Temir, herêma Şehba û navçeya Şera êriş-Hat Nûkirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê topbaran dike. Her wiha herêma Şehba û gundewarê Şera daye ber topan.

Li dijî Til Temir, herêma Şehba û navçeya Şera êriş-Hat Nûkirin
26 mijdar, 2022   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihanên me ji herêmê dewleta Tirk a dagirker gundên Til Tawîl, Um El Xêr, Şêx Elî, û Derdara yên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê topbaran dike.

Her wiha nûçegihanên ji herêma Şehbayê dan zanîn ku dewleta Tirk a dagirker derdora navçeya Til Rifet a herêma Şehba, gundên Tatmeraş, Tinib, Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê û Şewarxa yên navçeya Şera ya herêma Efrînê topbaran de.

ANHA