Bi sedan şêniyên Reqa şehîd Omer Mistefa oxir kir

Bi sedan şêniyên Reqa cenazeyên şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Omer Salih Mistefa li goristana şehîdan reqayê oxir kir.

Bi sedan şêniyên Reqa şehîd Omer Mistefa oxir kir
26 mijdar, 2022   13:30
REQA

Di merasîmê de fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Erka Xweparastinê, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Di merasîmê de li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê fermandar Bakur Elî axivî û wiha got: "Em sersaxiya malbata şehîd û hevrêyên wî dixwazin. Em hêz, parastina destkeftî û gelê me li ser milê me ye. Me di oixira vê xakê de bi hezaran şehîd da."

Elî wiha domand: "Em bi berxwedana gelê xwe dikarin çi dijminî têk bibin. Em soz didin şehîd û gelê xwe em ê li hember êrişên dewleta Tirk bi hemû hêza xwe bisekinin."

Li ser navê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyç Feyroz Xelîl wiha got: "Em îro şehîdekî din ê xwedî exalwên paqij û dirust oxir dikin. Ji bo Reqayê îro rojeke reş e, ji ber me kesayeta welatparêz ji dest da."

Feyroz wiha domand: "Dijmin her tiştên qirêj li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Lê em ê welat, gel û xaka xwe biparêzin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Enes El Xelef wesîqeya şehîd Omer Salih Mistefa xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA