Meclisa Kongra Star: Em salvegera 44′emîn li rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikin

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 44′emîn a damezrandina PKK′ê daxuyaniyek da û salvegera PKK′ê li rêber Abdullah Ocalan, gerîla, girtiyên girtîgehan, gelê Kurdistanê, jinan û gelên bindest pîroz kir.

Meclisa Kongra Star: Em salvegera 44′emîn li rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikin
26 mijdar, 2022   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 44′emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de salveger li rêber Ocalan, gerîla, girtiyan, gelê Kurdistanê, gelên bindest û jinan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Bi boneya salvegera 44′emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) , em rêber Apo, gerîlayên azadiyê ,berxwedêrên li girtîgehan,  gelê Kurdistanê , tevahî jinan û gelên bindest , silav û pîroz dikin ,

PKK′ê partiya yekemîn ku  ji bo tevahî jinan bû mînaka herî pêşeng di  lêgerîna azadiyê  li beramberî sîstemên  deshilatdar û koledariya civakê ya kevneperest de ku xwe li ser jinan wekî qederekê  ferz kiribû.

Di PKK′ê de afirandina jiyana azad ku bi fikir û ramanên rêber Apo bû manîfestoya jiyanê ji hemû azadîxwazan û bi taybet ji jinan re.

Di nava 44 salan de têkoşîn, berxwedanî û rêxistinbûyîna ku bi efsaneyên lehengiyê hatin xêzkirin bi berxwedana Bêrîtan , Zîlan û Sakînayan ,Arîn û Jiyanan , Rûken û Sarayan  bûn pêşengên jiyana azad û rêxistinbûna jinan di her qadên jiyanê de . Her wiha bûn pêşengê şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin hatî pênasekirin û duruşmeya Jin Jiyan Azadî , bû durşmeya tevayî Cîhanê.

Bi afirandina zanista jineolojî , hemû qad bûn qadên perwerde û parastinê ku ji nû ve dîroka wendayî ya jinan bi felsefeya rêber Apo tê xêzkirin .

Tecrîda girankirî ku bi salane li ser rêbertî bi awayekî sîstematî tê meşandin, hewldanên têkbirina vê vîn û jiyana azad e. Ev yek me dike xwedî erk û berpirsyartiyê ku em asta têkoşînê li beramberî faşîzma dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê bilind bikin û li nirxên şehîdan û şoreşê xwedî derkevin  û destkeftiyên mezintir bi dest bixin ."