Li herêmên hikumeta Şamê aloziya sotemeniyê barên welatiyan girantir kir

Bi hatina zivistanê re, aloziya sotemeniyê ya li herêmên hikumeta Şamê kûrtir dibe. Hikumeta Şamê pêdiviyên welatiyan peyda nake. Ya rewşê aloztir dike jî, keysbaziya bazarganên sotemeniyê ye.

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya sotemeniyê barên welatiyan girantir kir
26 mijdar, 2022   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya sotmeniyê li herêmên hikumeta Şamê zêdetir dibe. Bi hatina zivistanê re daxwaz li ser vê madeyê zêdetir dibe. Li aliyekî din hikumeta Şamê pêdiviyên welatiyan an jî beşeke jê peyda nake. Li Şamê jî, aloziyeke tengav a benzîn û mazotê heye ji ber ku parên dayîna her du mahan li stasyonan gelek dereng dimînin û ajokarên erebeyên benzînê 13 rojan li bendê dimînin heta ku parê xwe bi dest bixin.

Li piraniya herêmên hikumeta Şamê mazot peyda nabe. Ruxmî ku di sûka reş de peyda dibe lê biha ye. Ji ber wê jî barên welatiyan girantir dibe nexasim ku nikarin bi vê bihabûnê bikirin. Di encamê de bê sotemenî dimînin.

Ajokarên taxsiyan jî, bi zorê benzînê peyda dikin. Li gorî parên ku hikumetê ji wan re diyar kirine, divê her ajokarek mehane 200 lître benzîn bibe. Lê ya rast tenê 75 lître dibe. Dema wergirtina vê parê 10 roj in. Lê ji bo ku benzînê peyda bike, Rêveberiya Sotemeniyê ya hikumeta Şamê nirxê 25 lître benzin biha kir û li şûna 27 hezar û 500 kir 62 hezar û 500 lîre. Lê ruxmî wê jî, benzîn di stasyonan de peyda nabe. Li gorî SOHR`ê, tenê di sûka reş de heye ku welatî neçar dimîne sotemeniyê bi bihabûnê bikirin.

Bi derengmayîna dayîna benzînê li gorî kerta ku hikumeta Şamê li welatiyan belav kiriye, ajokar mehê tenê 50 lître dibe. Ji ber wê yan neçar dibe karê xwe taloq bike yan jî ji sûka reş sotemeniyê bi nirxên duqat bikire. Ev bi giştî yekser bandor li welatiyan dike ku ji şert û mercên şer westiyane. Pirî caran neçar dimînin bimeşin, ji ber ku bihabûna sotemeniyê bandor li kirê taxsiyan û otobûsan kiriye.

Bi berdewamkirina vê aloziyê re bêyî ku çareseriyek di asoyan de hebe, bazirganên keysbaziyê derketin holê.

Bi tinebûna çavdêriya aliyên zemihêrê re ku pirî caran şirîkê wan aliyên keysbaziyê ne, welatî nikarin gilî bikin. Ji ber ku tu encam jê dernakeve.

(şx)

ANHA