​​​​​​​Gera Astanayê bi encamnameyekê dijberî Rêveberiya Xweser bi dawî bû

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike, gera 19′an a civînên Astanayê bi dawî bû. Di civînê de xîtaba dijberî Rêveberiya Xweser hate nûkirin.

​​​​​​​Gera Astanayê bi encamnameyekê dijberî Rêveberiya Xweser bi dawî bû
23 mijdar, 2022   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya dawîn a gera 19’an a civînên Astanayê de biyar hate dayîn ku gera 20′an a Astanayê di nîvê sala bê de were lidarxistin û li Rûsyayê çêbe.

Encamnameya gerê ji yên berê ne cudatir bû. Her sê aliyan li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kir.

Di encamnameyê de xîtaba dijberî Rêveberiya Xweser hate nûkirin û wek "projeya parçekirinê" hate wesifkirin.

Duh, şandeyên hikumeta Şamê û çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker gihaştin Kazaxistanê da ku tev li civînên bibin. Her wiha tê de nûnerên dewletên çavdêr jî hebûn. Hemwextî civînê dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn û hîna dewam dikin.

(fr)