14 birindarên bombebaranê veguhestin nexweşxaneyan

14 welatiyên ku di êrîşên balafirên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûn, veguhestin nexweşxaneyên li Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik û Girkê Legê.

14 birindarên bombebaranê veguhestin nexweşxaneyan
23 mijdar, 2022   11:30
QAMIŞLO

Balafirên dewleta Tirk îro li Til Koçer, Çilaxa, Tirbesiyê, Zirgan û Qamişlo navendên xizmetguzariyê û welatî kirin hedef.

Di êrîşa li gundê Alîaxa ya girêdayî navçeya Til Koçer, 3 welatî birîndar bûn. 2 birîndarên ku rewşa wan sivik bû, veguhestin nexweşxaneya Dêrikê, birîndarekî ku giran bû jî, veguhestin nexweşxaneya bajarê Qamişlo.

Di êrîşa li gundê Girhok a li rojhilatê navçeya Çilaxa ya Qamişlo ku li ser istasyona petrolê ya Dîcle pêk hat de 2 endezyar birîndar bûn. Herdu birîndarên bi navê asir Setam, Ebdulkerîm Ebdo veguhestin nexweşxaneya Girkê Legê û Qamişlo. 

Li gundê Mesref ê girêdayî bajarê Qamişlo, di encama bombebarana wesayitek sivîl de, 3 welatî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Qamişlo.

4 karkerên bi navê Ebdurehman El Ehmed (22), Îbrahîm El Mihemed (43), Ebdulmunim Xelîfe (28), Ziyad El Hebîb (35) ku di êrîşa li ser rêya navneteweyî ya başûrê Tirbespiyê dijî wesayîta karkeran pêk hat de birîndar bûn jî veguhestin navenda Heyva Sor a Kurdî li Tirbespiyê. 

Li gundê Zêdiyê yê bajaroka Zirgan a girêdayî Dirbêsiyê 2 welatiyên di êrîşa balafirên bê mirov û bi çek te birîndar bûn, veguhestin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên ji berpirsên nexweşxaneyan hatine girtin, rewşa hinek birîndaran giran e.

ANHA