​​​​​​​'Li hember hovîtiya dewleta Tirk gel ji bo berxwedanê bi israr e'

Hevserokê Meclisa kantona Hesekê Xebat Silêman baweriya xwe ya bi gelê herêmê anî ziman û got "Gel li hemberî hovîtiya dewleta Tirk di vebijêrka berxwedanê de bi israr e."

​​​​​​​'Li hember hovîtiya dewleta Tirk gel ji bo berxwedanê bi israr e'
23 mijdar, 2022   03:27
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker ji 19’ê Mijdarê ve êrişên tund û bênavber li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane destpêkirin.

Têkildarî mijarê hevserokê meclisa kantona Hesekê Xebat Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hincetên derew derdixe û îdia dike ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li pişt teqîna li Stenbolê ye. Ya ku ji her kesî re eşkere bûye ew e ku ev teqîn bi zanebûn ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin da ku êrişên xwe yên li ser herêmê pêk bîne û beriya hilbijartinan piştgiriyeke girseyî bi dest bixe.

Silêman got: "Derew û hincetên dewleta dagirker a Tirk ne nû ne. AKP'ê xwest senaryoyekê pêşkêş bike ku nîşan bide ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef e li ser dewleta Tirk a dagirker. Armanca wê ji vê yekê jî têkbirina projeya demokratîk û Rêveberiya Xweser e."

Silêman da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê herêmê wê nikaribin îsrara wan têk bibe, berevajî wê israr û girêdana wan a bi berxwedanê û axa xwe zêde bike. Silman her wiha got: "Gelê herêmê li hember komên terorîst ên herî metirsîdar di cîhanê de, sekinî. Niha jî li hember hovîtiya dewleta Tirk di vebijêrka berxwedanê de bi israr e."

Silêman wiha lê zêde kir: "Pêwîst e gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî perspektîfên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî tev bigerin û ji malên xwe dernekevin. Her wiha gerek li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi rêgez û vebijêrka şerê gel ê şoreşgerî ve girêdayî bin."

Silêman her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê wek deqeke reş li eniya hêzên navneteweyî bi nav kir, ku ji dagirkeriya Tirk re erê dike qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin pê bike û rasterast welatiyan bike hedef. Silêman wiha got: "Bêyî erêkirina navneteweyî û çiraya kesk, êrişên dewleta Tirk a dagirker nedihatin destpêkirin."

Silêman rexne li bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê kir û wiha pê de çû: "Tevî hebûna leşkerî ya endamên hikumeta Şamê û nuqteyên wê yên li ser xeta sînor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker binpêkirina serweriya Sûriyê binpê dike."

Silêman her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku berpirsyariyên xwe yên li hember yekbûna xak û serweriya Sûriyê bi cih bîne û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl neke.

(hs)

ANHA