​​​​​​​Rojnamevanê ku birîndar bûye kêliyên êrişê vegotin

Nûçegihanê kanala STÊRK TV Mihemed El Ceradê yê ku di êrişa dagirkeriya Tirk de birîndar bibû, destnîşan kir ku dema wan encama topbarana li ser nexweşxaneya Koronayê ya Kobanê dişopand, dagirkeriya Tirk ew kirin hedefa êrişên xwe.

​​​​​​​Rojnamevanê ku birîndar bûye kêliyên êrişê vegotin
22 mijdar, 2022   23:40
KOBANÊ – CUMA MIHEMED

Dagirkeriya Tirk ji şeva 19-20’ê Mijdarê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû cureyan êriş dike, ku di encamê de bi dehan welatî li deverên cuda şehîd û birîndar bûn.

Sibeha roja yekşemê nûçegihanê kanala STÊRK TV Mihemed El Ceradê, di dema şopandina encama topbarana dagirkeriya Tirk a li ser nexweşxaneya COVID-19 de, birîndar bû.

Mihemed El Ceradê der barê sedemên topbarana dagirkeriya Tirk wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker hertim li bihaneyan digere da ku êrişî Kurdan bike. Piştî teqîna Stenbolê jî Kurd hatin tawanbarkirin, da ku êrişekê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê dest pê bike. Lê belê ev tişt nerast in, teqîna Stenbolê senaryoyeke çêkirî bû ku dagirkeriya Tirk bi armanca xapandina gelê Tirkiyê û qezenckirina dengan di hilbijartinan de amade kiriye.”

El Ceradê wiha domand: “Di şeva 19-20’ê Mijdarê de dagirkeriya Tirk Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kir, di encamê de hevalê me yê rojnamevan Îsam Ebdullah li Dêrikê şehîd bû. Di sibeha roja din de me encama topbarana li ser nexweşxaneya COVID-19 dişopand, wê demê ez û 2 hevalên xwe yên di RONAHÎ TV de bi balafirên şer hatin hedefgirtin. Di encamê de ez di serî xwe de birîndar bûn û ji bo dermankirinê em birin nexweşxaneya Kobanê.”

El Ceradê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya hedefgirtina rojnamevanan sûcên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê veşêre, lê ew dê li ser şopa şehîdên wek Gurbet Alî, Arsûz, Dilîşan û Mistefa ne û dê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed El Ceradê got: “Heta em dikarin dê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ji tevahiya cîhanê re teşhîr bikin. Êdî Kurd ne wek berê ne, îro ew xwedî fikrekî ne, yên xwedî fikr jî tu carî têk naçin. Her çiqas wan bikujin û qir bikin lê dîsa jî dê nifşên din dozê bidomînin û welatekî azad bi dest bixin.”

Piştî derbaskirina 24 saetên di çavdêriyê de di nexweşxaneya Kobanê de, rewşa tenduristiyê ya Mihemed El Ceradê baş bû û vegeriya mala xwe.

(mh)

ANHA