Derar: Polîtîkaya êrişkariyê ya Enqereyê di Astanayê de tên diyarkirin

Hevserokê MSDʹê Riyad Derar diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên civînên Astanayê ne. Derar bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Derar: Polîtîkaya êrişkariyê ya Enqereyê di Astanayê de tên diyarkirin
23 mijdar, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar di hevpeyvîneke li gel ajansa me (ANHA) de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin.

Riyad Derar anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, beşek ji hovîtiya wê û hewldanên wê yên berfirehkirina serweriya xwe li ser xaka Sûriyê ye.

Derar destnîşan kir ku dewleta Tirk a ku destûr wernegirt, dixwaze nîşan bide ku êrişên terorî li ser xaka wê hene û ew tolê hiltîne û got: "Ev êriş beşek ji derewên wê ne ku em her tim li gelek cihan dibînin. Îstîxbarata Tirkiyê di kirinên xwe de derewan dike û van kirinan dixe stûyê yên din. Eger ev êriş ji aliyên hêzên li herêmê ve werin qebûlkirin û li hemberî wê dengê xwe nekin, dibe ku pêş bikevin.ʹʹ

TEVLÎ KU WINDAHIYÊN HIKUMETA ŞAMÊ HENE, LÊ BÊDENG E

Derar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî van êrişan ku windahiyên canî gihîştin leşkerên wê û wiha axivî: "Şehîdên sûrî girêdayî kijan aliyan bin em dilovaniyê ji bo wan dixwazin. Leşkerên wê li ser sînor in da were ragihandin ku li van herêman artêşa Sûriyê heye û nahêle kesên din an ku dewleta Tirk a dagirker sînor derbas bike û erkên xwe yên parastina sînor bi cih tînin. Dewleta Tirk dizane ku kî li van herêman hene, lê bi êrişên xwe yên li ser wan leşkeran dixwaze vê peyamê bide rejîmê ku ew tu hêzan li ser sînor naxwaze da ku bi hêsanî derbas bibe. Ev name ji bo rejîmê eşkere ye, delîlê vê yekê ew e ku bersiv neda û tu nîşane ji bo van sûcan nedaye."

Derar diyar kir ku eger hikumeta Şamê bixwaze wê der barê van êrişan biaxive û li gorî rêbazê xwe wekî ku dibêje wê di dema guncaw de bersivê bide. Derar bi domdarî got: "Em nizanin gelo ev bersivê li kuderê ye û dê kengî were dayîn. Bersiv pir û giran bûne ku nayên hijmartin. Li hemberî sûcên dijminane yên li ser Sûriyê, xak û gelê wê helwesta rejîmê her timî bêdengî ye. Ji xwe ew jî bi domdarî mîna van kiryaran li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Dibe ku sedema bêdengiya wê bazareke be ku dê hikumeta Şamê di demê pêş de daxwaza wê bike, an ku heger diyalogên lihevhatinê di navbera wê û Şamê re çêbibin."

Riyad Derar anî ziman ku dibe ev êriş beşek ji diyalogên di navbera hikumeta Enqere û hikumeta Şamê de be. Dibe ku bûyera li Taksimê jî li gorî vê koordîneyê ye, piştre ev êrişên li ser hev pêk hatine: "Ji ber ku beriya vê yekê li Moskova di navbera îstîxbaratên herdu rejîman de civîn hebûn.ʹʹ

Hevserokê MSDʹê li ser diyalogên di navbera Şam û dewleta Tirk de wiha axivî: "Dibe ku hewldanên pêşxistina lihevhatinê hebin. Lê daxuyaniyên rayedarên Tirk ku dibêje piştî hilbijartinên li Tirkiyê bi teqez dê lihevhatin pêk were, ev tê wateya ku ew bi bûyerên vê demê û dema hilbijartinan de dilîzin."  

DI CIVÎNÊN ASTANAYÊ DE SÎNORÊ VAN ÊRIŞAN TÊ DIYARKIRIN

Têkildarî civînên Astanayê ku 22 û 23ʹê Mijdarê di navbera Rûsya, Îran û dewleta Tirk de tên û girêdana wan civînan bi êrişên li ser herêmê ve Riyad Derar got: "Hemû bûyerên ku niha rû didin, ji encamên lihevkirinên Astanayê, herêmên bêçek heta lihevkirinên heyî, didin nîşandan ku civînên Astanayê siyasetên Enqere û êrişên wê xêz dikin. Bêdengî jî vê yekê piştrast dike. Plan dikin ku para Tirkiyê di Sûriyê de hebe. Her wiha para Îran û Rûsyayê jî hebe. Di heman demê de plan dikin ku hemû hewldanên gelê Sûriyê yên banga azadiyê têk bibin û rejîmê wekî rengê xwe yê pêşîn dema ku li dewlet û li ser civakê serwer bû, vegerînin."

DIVÊ SIYASETA BERXWEDANEKE DOMDAR WERE SAZKIRIN

Têkildarî gavên dîplomatîk ên MSDʹê yên bi armanca rêgirtina li ber van êrişan Derar ev tişt anî ziman: "Divê peywendî bi hemû hêzn navneteweyî hebe. Ev peywendî hene û dewam dikin. Lê em dixwazin were guhdarkirin û helwestek were nîşandan. Lê heta niha ev yek tune ye. Ji bo îmkanên berfirehbûna van êrişan jî dibe ku êriş bejahî be û îhtîmala ku bi êrişên hewayî sînordar be, ne mumkin e. Lê divê gelê me hişyar be, balder be, li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bide û siyaseteke ya berxwedanê ya domdar saz bike."

ANHA