​​​​​​​Polîsên Tirk nehişt ku ji bo şehadeta peyamnêrê me daxuyanî bê dayîn

DFG’ê û MKGP’ê xwest têkildarî şehadeta nûçegihanê ajansa me Îslam Ebdullah, li Amedê daxuyaniyekê bidin, lê polîsên desthilata Tirkiyê ew asteng kir. Rojnamevanan got: “Rojnamegerî û mafê agahdarkirina gel nikare bê astengkirin. Em vê biryarê şermezar dikin."

​​​​​​​Polîsên Tirk nehişt ku ji bo şehadeta peyamnêrê me daxuyanî bê dayîn
22 mijdar, 2022   12:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Rojnamegeran a Diclê Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) xwest têkildarî şehadeta nûçegihanê ajansa me (ANHA) yê Dêrikê Îslam Ebdullah li ber avahiya DFG’ê ya li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta ku Walitiya Amedê çalakî qedexe kirine destûr neda ku daxuyanî bê dayîn.

Endam û rêveberên DFG’ê, MKGP’ê û gelek rojnamevan tevî astengiya polîsan jî li ber avahiya DFG’ê kom bûn. Polîsan cihê ku daxuyanî bê dayîn dorpêç kir û nehişt girse daxuyaniyê bide. Girseyê dayîna daxuyaniyê ya li hundir qebûl nekir û biryara walîtiyê û astengiya polîsan şermezar kir.

‘EM VÊ BIRYARÊ ŞERMEZAR DIKIN’

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû bertek nîşanî astengiya polîsan da û wiha got: “Em ne li derve û ne jî di hundir de daxuyaniyê nadin lê em carek din dibêjin ku çapemeniya azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne. Rojnamegerî û mafê agahdarkirina gel nikare bê astengkirin. Em vê biryarê şermezar dikin."