Dagirkeriya Tirk gundekî din ê Tirbespiyê bombebaran kir

Beriya çend kêliyan balafireke bêmirov a biçek gundê Gir Dahol yê li rex navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

Dagirkeriya Tirk gundekî din ê Tirbespiyê bombebaran kir
22 mijdar, 2022   12:19
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk gundê Gir Dahol ê li başûr rojavayê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

Her wiha cihekî petrolê yê nêzî gund ku dikeve nava zeviyê petrolê yê El Ode bombebaran kir, ku demeke berê du cihên din li wir jî hatibûn bombebarankirin.

ANHA