​​​​​​​Li Dirbêsiyê tevgera balafirên dagirkeriya Tirk

Balafirên bêmirov ên biçek ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser 5 gundên navçeya Dirbêsiyê digerin. Li asîmanê navenda navçeyê jî tevgera balafirên şer heye.

​​​​​​​Li Dirbêsiyê tevgera balafirên dagirkeriya Tirk
22 mijdar, 2022   11:54
HESEKÊ

Balafirên bêrmirov ên biçek li ser gundên Melek, Bîr Kinês, Qîrwan ên rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, her wiha li ser gundên Baba Mehmûd û Ebû Ceradê yên li rojhilatê navçeyê digerin.

Di heman demê de li ser navenda navçeya Dirbêsiyê jî balafirên şer ên artêşa dagirker digerin.

ANHA