Leşkerekî hikumeta Şamê bi guleyên artêşa Tirk birîndar bû

Li nêzî deriyê Nisêbînê yê li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê re, leşkerekî hikumeta Şamê bi guleyên leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Nîştimanî ya Qamişlo.

Leşkerekî hikumeta Şamê bi guleyên artêşa Tirk birîndar bû
22 mijdar, 2022   12:05
QAMIŞLO

Nûçegihanên ajansa me ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, ragihandin ku leşkerekî hikumeta Şamê yê ku li nuqteya xwe ya li nêzî deriyê Nisêbînê yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bû, bi guleyên leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûye.

Nûçegihanên ajansa me agahiyên zêdetir têkildarî bûyerê bi dest nexistin.

ANHA