Ciwanên Helebê li dijî êrişan li qadan bûn

Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derketin xwepêşandanê û li hember sûcên dewleta Tirk, piştgiriya berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Ciwanên Helebê li dijî êrişan li qadan bûn
21 mijdar, 2022   19:30
HELEB

Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derketin xwepêşandanê û piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriye kirin û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê xwepêşandan orgenîz kir. Bi sedan ciwan li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û meşale hildan.

Xwepêşandan li herêma Cebênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd rawestiya û veguherî mitingê. Paşê endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Sewsen Ismaîl destnîşan kir ku divê berxwedana têkoşeran bibe yek li hember êrişên li dijî gelên herêmê.

Sewsen êrişên domdar ên ku armanc dikin herêmê vala bikin, şermezar kir û piştrast kir ku azadî biha ye û gel amade ye ku fedakariyê bike.

Sewsen di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine, biparêzin.

(dm)

ANHA