QSD'ê sersaxî da malbatên şehîdên hêzên hikumeta Şamê

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk bi nameyekê, sersaxî ji malabatên şehîdên hêzên hikumeta Şamê re xwest ku di encama êrişên dewleta Tirk ên hovane de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye, şehîd bûne û şîfa ji birîndaran re xwest.

QSD'ê sersaxî da malbatên şehîdên hêzên hikumeta Şamê
21 mijdar, 2022   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi peyamekê sersaxî ji malbatên şehîdên hêzên hikumeta Şamê re xwest.

Tê de got: “Em sersaxî ji malabatên şehîdên hêzên hikumeta Şamê re dixwazin ku di encama êrişên dewleta Tirk ên hovane de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye şehîd bûne û şifayê ji birîndaran re dixwazin.

Dema ku em sersaxî û hevgirtina xwe bi malbatên cangoriyan re rave dikin, li aliyekî din jî tevahî planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên dagirkirina xaka Sûriyê, bi cihkirina komên terorîst li wir, hedefgirtina tevahî hêzên ku projeyên mêtingeriya dewleta Tirk red dikin, tînin bîra gelê Sûriyê.

Em di wê baweriyê de ne ku yekitiya gelê Sûriyê û qehremaniya wî li hember komên dewleta Tirk, rewşa xwazayî ya dîrok û civaka Sûriye ye ku dê hêzên me wê biparêze û li kêlka wê bisekine heta dagirkerî û çeteyên wê ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî, derxe.”

(dm)

ANHA