​​​​​​​Li Îranê 419 kes hatine qetilkirin

Rêxistina hiqûqî ya Îranê Hranayê ragihand ku heta 20′ê Mijdarê di serhildana li Rojhilat û Îranê de herî kêm 419 kes hatine qetilkirin.

​​​​​​​Li Îranê 419 kes hatine qetilkirin
21 mijdar, 2022   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnewsê, di rapora rêxistina hiqûqî ya Îranê "Hrana" de hate diyarkirin ku ji 17′ê Îlonê heta 20′ê Mijdarê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 419 xwepêşandêr hatine qetilkirin û ji wan 60 zarokên di bin 8 saliyê de ne.

Her wiha li gorî raporê, heta 20′ê Mijdarê 17 hezar û 451 kes hatine girtin û li 155 bajarên Rojhilat û Îranê xwepêşandan çêbûne.

Heta 20′ê Mijdarê, li 142 zanîngehên Îranê xwepêşandan hatine lidarxistin û hêzên dewleta Îranê herî kêm 540 xwendekar girtine.

(fr)