​​​​​​​Aloziya avhewayê di rojnameyên erebî de cih girt

Rojnameyên erebî yên îro behsa aloziya avhewayê û rewşên Lubnan û Îsraîlê kir.

​​​​​​​Aloziya avhewayê di rojnameyên erebî de cih girt
21 mijdar, 2022   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ENCAMÊN LÛTKEYA AVHEWAYÊ; BEŞA AWARTE DIDOME’

Rojnameya El Beyan li ser aloziya avhewayê wiha nivîsî: "Piştî dan û standinan roja yekşemê lûtkeya Cop-27 li bajarê Şerm Şêx ê Misirê bi dawî bû. Di dosyaya windahî û ziraran de hin gav avêt, lê belê hin dosyaya sereke nehatin çareserkirin û li benda dan û standinên nû ye ku di mehên bê de werin lidarxistin.

Kongreya ku 8`ê Mijdarê li Misirê dest pê kir, bi hin encaman bi dawî bû; ya serekeli ser avakirina sindoqekê ji bo piştgirîdayîna welatên xizan ên herî zêde ji karesatên avhewayê zirar dîtine, li hev kirin û navê "sindoqa zirar û windahiyan" lê hat kirin.

Lihevkirina li ser avakirina sindoqê gaveke ber bi pêkanîna "edaleta avhewayê" ve. Beşdarên kongreyê û çavdêran jî wekî "lihevkirinek dîrokî" bi nav kir."

′BASÎL LI DERVEYÎ HESABÊN HIZBULLAHÊ YÊN JI BO SEROKATIYA LUBNANÊ YE′

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Çavkaniyên ji Lubnanê da zanîn ku Hizbullahê serokê Tevgera Neteweyî ya El Hur parlamenter Cubran Basîl agahdar kir ku dê destekê bide namzetbûna serokê Tevgera El Merdê Silêman Firenciye ji bo serokatiya Lubnanê. Ev yek nîşan dide ku Hizbullahê namzetbûna Basîl dûr dibîne, ruxmî hewlên wî yên propagandayê ku di encamê de pêncşemê serdana Fransayê kiribû.

Basîl roja pêncşemê ji Fransayê axivî û got ew hewl dide nazmetekî li ser hatî lihevkirin ji bo serokatiyê bibîne, da ku reforman pêk bîne, lê diyar kir ku eger namzetê bê hilbijartin baş nebînin, dê ew xwe ji bo peywirê hilbijêre.

Basîl demeke berê ragihandibû ku ew bi tundî namzetbûna Firenciye ji bo serokatiya komarê red dike û got ew xwedî bloka parlamentoyê ya xiristiyanî ya mezin e û ji mafê wî ye ku bibe serokê Lubnanê.

Fransa ji lihevkirina bi Basîl re li ser nexşerêya hilbijartinên serokatiyê hêvî kir, ew jî ji ber ku têkiliyên wî bi Batriyerkê Maronî Beşare El Raî û Hizbullah re xurt e.

Li gorî çavkaniyan, Hizbullah ku destekeke veşartî dide Firanciyê li hember çi lihevkirineke li ser navekî din vekiriye û dikare alîgireyeke mezin a hundirîn, derve û erebî wergire. Ew hewl dide hewayeke guncaw ji bo destwerdana navneteweyî-Kendavê di xebata pêşxistina Lubnanê de peyda bike.

Şîrovekaran da zanîn pêşniyarkirina Firanciyê ji bo serokatiya komarê ji aliyê Hizbullahê ve gelek aliyên mîna Partiya Pêşerveo ya Sosyalîst, Şepêla Pêşerojê, Tevgera Emel, xiristiyanên serbixwe aram dike. Ji ber têkiliya Firanciyê bi dewletên Ereban û rojavayî re baş in, nexasim Rûsya û Fransa."

‘RAYEDAREKÎ AMERÎKÎ BANG LI ÎSRAÎLÊ KIR KU DESTHILATA FILISTÎNÊ XURT BIKE’

Têkildarî rewşa Îsraîlê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Rayedarekî payebilind ê rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden bang li rayedarên Îsraîlê kir ku 'desthilata Filistînê xurt bike'.

Rayedarekî ji malpera ‘The Times of Israel’ re got ku cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji bo kar û barên Îsraîl û Filistînê Hadî Emro di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên îsraîlî re, ku di nav wan de efserên payebilind ên artêşê jî hene, nameyek pêşkêş kir.

Li gorî çapemeniya îsraîlî Emro wiha got: "Amerîka pêşbînî dike ku Îsraîl di projeyên ku berê ji bo başkirina jiyana Filistîniyan û bihêzkirina aboriya Filistînê soza wan dabû de, pêşve biçe."

Sala borî rêveberiya Amerîkayê zext li Îsraîlê kiribû da ku ji bo bihêzkirina desthilatê gavan bavêje.

Meha borî jî ji bo aramkirina rewşa meydanî li Dîfayê, Amerîka kete nav hewldanên xurt. Ji bo vê mebestê jî Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Jêrîn Barbara Leaf hat herêmê da ku rewşa meydanî ya aloz û rewşa desthilatdariyê gotûbêj bikin.

Ev tevgera nû ya Amerîkayê di demekê de tê ku serokwezîrê destnîşankirî yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo avakirina hikumeteke nû ya rastgir gavên dawîn diavêje."