Daîreya Ragihandinê sersaxî da ajansa me û malbata şehîd Îsam

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji malbata şehîd Îsam Ebdullah û xebatkarên ajansa me re xwest û diyar kir ku ew ê xebatên teşhîrkirina sûcên şer ên dagirkeriya Tirk bidomînin.

Daîreya Ragihandinê sersaxî da ajansa me û malbata şehîd Îsam
21 mijdar, 2022   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da., tê de wiha got:

ʹʹDewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, bi balafirên şer û balafirên keşfê herêm û gel dike hedef.

Di şeva 19 û 20’ê Mijdarê de artêşa Tirk a dagirker êriş li ser herêmê da destpêkirin û bi balafirên şer li Kobanê, Cizîrê, Şehba û Minbicê cihên ku welatî lê dimînin, bombebaran kir.

Ji şehîdên êrişa hovane ya artêşa Tirk a dagirker a li ser navçeya Dêrikê ya herêma Cizîrê  hevreyê me hevrêyê me nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) rojnamevan Îsam Ebdullah ( Nûçegîhanê Ajansa Hawarê) e. Her wiha di encama topbaranê de hevreyê me nûçegîhanê Sterk TV Mihemed El Ceradê li gundewarê başûrê Kobanê birîndar bû.

Em di Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û rojnamevanan bi taybet şermezar dikin. Ev êriş binpêkirina 12ʹemîn a li dijî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em teqez dikin ku dagirkeriya Tirk bi van sûcên xwe wê negihêje armanca xwe ya qutkirina dengê heqîqtê. Em ê xebatên xwe yên teşhîrkirina tevahî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker berdewam bikin.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd Îsam, malbatên xebatkarên ANHA û tevahî rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin û ji rojnamevan Mihemed El Ceradê û hemû birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin."