​​​​​​​Bîlançoya êrişên şevê din li dijî Şera û Şehbayê

Şevê din dagirkeriya Tirk bi balafirên şer 8 gudnên navçeya Şera ya Efrînê û herêma Şehbayê 5 caran bombebaran kirin û bi sedan top lê barandin. Di êrişan de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

​​​​​​​Bîlançoya êrişên şevê din li dijî Şera û Şehbayê
21 mijdar, 2022   08:16
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, balafirên şer ên dagirkeriya Tirk gundên Kefer Antûn û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî 2 caran bombebaran kirin.

Dagirkeriya Tirk her wiha gundên "Bêlûniyê, Minix, Şêx Îsa, Hirbil, Samûqa" û Bendava Şehba yên kantona Şehbayê 3 caran balafirên şer bombebaran kirin.

Her wiha bi qasî 476 guleyên obîs û hawanan li herêmê hatin barandin.

Di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê yên li derdora gundê Bêlûniyê bûn, birîndar bûn.

(cx)

ANHA