Yekîtiya Jinên Ciwan yekemîn konferansa xwe li dar xist

Bi diruşma "Bi şoreşa jin, jiyan, azadî em ê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin" Yekitiya Jinên Ciwan yekemîn konferansa xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Tê de rêbazên çareseriya pirsgirêkên jinan li Rojhilata Navîn û pêşxistina wê li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan nîqaş kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan yekemîn konferansa xwe li dar xist
19 mijdar, 2022   15:37
TEBQA

Di konferansê de endamên Yekitiya Jinên Ciwan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên ji nivîsgeh û komîteyên jinan ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê amade bûn.

Konferans li kela Caber dest pê kir. Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Îslam Ebdulebas bixêrhatina beşdaran kir.

/ar/uploads/files/2022/11/19/150926_aylam-shrksy.webp

Dûre dîwanek ji 3 endaman ji bo rêvebirina konferansê hate avkirin; endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa Îslam Ebdulebas, endama Desteya Giştî ya Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jînda Yûsif û endama Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê Raniya El Elî.

Şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Îlam Şerkesî lidarxistina yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan pîroz kir.

Îlam wiha got: "Divê em hebûn û girîngiya jinên ciwan di tevahî aliyên pratîkî û civakî de bizanin. Ji ber ew binyad û dendika bingehîn a avakirina vê civakê û rizgarkirina wê ji bindestî û koletiyê ne."

/ar/uploads/files/2022/11/19/150946_altbqh-anaqad-alkwnfrans-alawl-la-athad-almrah-alshabh-ala-mstwa-shmal-wshrq-swrya-28629.webp

Îlam wiha pê de çû: "Divê jinên ciwan hevgirtî bin ku cewhera xwe ya rasteqîn binasin ku kilîtên bi sedan deriyên ku li hember wan hatibûn girtin vekin. Ne tenê ji bo eşkerekirina jinê, lê belê ji bo eşkerekirina rola wê di tevahî aliyên jiyanê de, jiyana civakî ya jin û mêran a hevbeş were diyarkirin."

Dûre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Îslam Ebdulebas perspektîf xwendin û eşkere kir ku divê jin li ser wê bimeşin ku xwe bigihînin astên bilind, serkeftinên zêde pêk bînin û li cewhera xwe ya rasteqîn vegerin û bizanin çawa rêber Ocalan rola pêşeng di hemû aliyan de daye jinan.

Îslam diyar kir ku ji ciwanan tê xwestin ku civakê bigihînin azadiyê. Ji ber dijmin hewl dide ruhê ciwantiyê têk bibe. Ji lew re êrişî ciwanan dike.

Piştî perspetîf hatin xwendin, beşdaran li ser astengiyên li pêş jinên li Rojhilata Navîn û rêbazên gihandina çareseriyan nîqaş kirin.

Piştî nîqaş bi dawî bûn, konferans bi gelek encamnameyan bi dawî bû; xurtkirina jinê di aliyê siyasî de bi rêya zêdekirina zanakirina wê ya siyasî, beşdarkirina jinan di xebata siyasî de û di cihê biryardayînê de, zêdekirina dewreyên fikrî, hevgirtina ji bo bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û belavkirina fikir û felsefeya rêber Ocalan.

(fr)

ANHA