MÎT′a Tirk 4 welatî ji Efrînê revandin

MÎT′a Tirk li kantona Efrînê ya dagirkirî 4 welatî revandin.

MÎT′a Tirk 4 welatî ji Efrînê revandin
19 mijdar, 2022   15:17
ŞEHBA

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji çavkaniyên ji hundirê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî dane, MÎT′a Tirk 4 welatî ji gundê Dêrbelûtê yê navçeyê revandin.

Ew yek di çarçoveya rêzesûcên revandinê ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, pêk tê.

Çavkaniyan navên revandiyan eşkere kirin û wiha ne; Hesen Ezet Hisên (44), Mihemed Ehmed Silêman (29), Îbrahîm Izedîn Heyder (38) û Elî Mistefa Îsa Urwede (30).

Her wiha çavkaniyan tu agahiyên li ser çarenûsa revandiyan û cihê ber ve birine eşkere nekirin.

(fr)