​​​​​​​Gundên Zirganê tên topbarankirin

Gundên navçeya Zirganê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

​​​​​​​Gundên Zirganê tên topbarankirin
18 mijdar, 2022   18:07
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Dada Ebdal û Um Hermela yên bakur û gundê Rebîhat ê dikeve başûrê navenda navçeya Zirganê topbaran dikin.

Seat derdorî 17:30ʹan jî navenda navçeyê û gundê Mihermelê yê başûrê navçeyê bi obus û hawnan hatin topbarankirin.

Agahiyên zêdetir li ser topbaranê bidest neketin.

ANHA