Şêniyên Minbicê perwerdeyên bikaranîna çekan dibînin

Ji bo xurtkirina parastinê li hember hêzên dijberî Rêveberiya Xweser, şêniyên Minbicê tev li perwerdeyên fikrî û leşkerî dibin.

Şêniyên Minbicê perwerdeyên bikaranîna çekan dibînin
13 mijdar, 2022   00:45
MINBIC- ŞÊRÎN SERXAN

Ji bo sekinandina li hember hêzên dijberî Rêveberiya Xweser, şêniyên bajarê Minbicê perwerdeyên fêrbûna çekan dewam dikin.

Endamê rêveber ê Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Minbicê Elî El Cemîlî diyar kir ku li gelemperiya gund û taxên Minbicê perwerdekirina şêniyan li ser bikaranîna çekan girîng e ku dê ewlehî û aramiyê misoger bike.

El Cemîlî got: "Em hewl didin tevahî beşên civakê ji hemû cureyên şer ku li ser me tê meşandin, haydar bikin da ku em bikarin li hemberî vî şerî bisekinin û serkeftî jê derkevin."

/kr/uploads/files/2022/11/12/192430_-.webp

Elî El Cemîlî îşaret pê kir ku komîteyên HPCʹê perwerdekirina şêniyên gundên nêzî bajêr û taxên wî bi dawî kir û perwerdekirin bê navber dewam dike.

Elî El Cemîlî her wiha bal kişand ser girîngiya hevgirtina bi QSDʹê re û wiha domand: "Bi hevgirtina xwe ya bi hêzên xwe yên leşkerî û QSDʹê re em ê bibin zinarek û hemû striyên dijmin û jehra wan hilweşînin. Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdên leheng hatine bidestxistin, biparêzin."

Li gorî perwerdekar û komîteyên parastinê yên li ser perwerdeyê disekinin, li kêlek perwerdeya leşkerî, welatî 5 rojan jî semînerên li ser rêbaz û cureyên şer û di serî de şerê taybet, dibînin.

Welatiyê bi navê Xidir Ehmed li ser perwerdeyên ku dîtine û bandora wan, got: "Di nava 5 rojan de me perwerdeyên fikrî û bikaranîna çekan dîtin. Ev gaveke baş e da ku bikaribin xwe û taxa xwe êrişan biparêzin."

/kr/uploads/files/2022/11/12/192416_-_1_.webp

Xidir El Ehmed got: "Ez hêvî dikim ku her kes tev li perwerdeyên komîteyên parastinê bibin. Ji ber ku ev perwerde ji bo xweparastin û xurtkirina ewlehî û aramiya bajarê Minbicê ne."

Di çarçoveya hewldanên birêxistinkirina şêniyên de ku bi dilxwazî tev li refên parastina tax û gundan bûne, HPCʹê 5ʹê Mijdarê navenda xwe ya giştî li bajarê Minbicê vekiribû.

ANHA