​​​​​​​Li gundewarên Tebqayê saetên elektronîk ên kehrebeyê hatin danîn

Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku kar û projeyên wê yên ji bo binesaziya enerjiya kehrebeyê didomin û diyar kir ku wan saetên elektronîk ên kehrebeyê li gundewarên bakurê Tebqayê danîne.

​​​​​​​Li gundewarên Tebqayê saetên elektronîk ên kehrebeyê hatin danîn
13 mijdar, 2022   03:25
TEBQA – EBDULREHMAN EL SALIH

Rêveberê Nivîsgeha Enerjiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ziyad Rustem ji ajansa me re axivî. Rustem têkildarî mijarê got wiha got: "Piştî xirabûna binesaziya enerjiya kehrebê ku ji sala 2011'an ve nehatiye nûkirin, projeya bicihkirina saetên elektronîk ên kehrebeyê ji bo wê yekê ye ku pergala kehrebeyê biparêze.”

/kr/uploads/files/2022/11/12/192256_-1.webp

Ziyad Rustem wiha lê zêde kir: "Ev zêdetirî salekê ye ku amadekirin û nîqaşkirina projeya danîna saetên elektronîkî tê kirin. Ev jî ji bo wê yekê ye ku torên kehrebeyê ji bikaranîna bêdestûr bên parastin. Her wiha ji bo kêmkirina xerckirina enerjiya kehrebeyê û sûdwergirtina bi awayekî wekhev."

Ziyad Rustem da zanîn ku proje niha di qonaxa ceribandinê de ye û 4 hezar saetên elektronîk ji aliyê Nivîsgeha Enerjiyê ve ji derve hatine wergirtin. Her wiha destnîşan kir ku ji destpêka Cotmeha borî ve, bi hemahengiya Komîteya Enerjiyê ya Tebqayê, li bajarokê El Cirniye û 18 gundên wê hatine danîn.

 Li ser çawaniya xebata saetên elektronîk Rustem wiha got: "Divê heqê kehrebeyê bê dayîn û dûre bê xebitandin. Cara yekem 300 kîlowat bêpere ji aliyê Nivîsgeha Enerjiyê ve tê dayîn. Ev mîqdar têra malbateke xwedî dahateke navîn dike."

Rustem her wiha got: "Berî bidawîbûnê, saet hişyariyê dide ku kesên abone hişyar dike da ku bizane mîqdar kêm bûye û divê ew ji nû ve tijî bike da ku kehrebe li ser wan qut nebe."

Rustem wiha pê de çû: "Di cara duyem de, saeta elektronîk li navenda kehrebeyê ya bajêr tê dagirtin û mîqdara ku jê re lazim e tê dayîn, bi şertê ku ji bo demeke bêsînor were xerckirin. Ew jî ji bo kêmkirina zexta li ser stasyon û torên kehrebeyê ye."

Li gorî Rustem buhayê kîlowatekê 25 lîreyê Sûriyê ye û saetên pêxistina kehrebeyê li bajarokê El Cirniye ku piştî danîna saetên elektronîk ji 4 saetan heta 12 saetan zêde bûye.

Rustem wiha domand: "Saetên elektronîk yên zîrek xwedî taybetmendiyên din in, wekî kontrolkirina diziyên nerewa yên li ser torên kehrebeyê.”

Rustem her wiha got: "Piştî bidawîhatina qonaxa ceribandinê ya projeyê, dê karê saetên elektronîk were nirxandin û kêmasî werin şopandin da ku di demên pêş de kêmasî werin telafîkirin."

‘DÊ LI TEVAHIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BÊN BELAVKIRIN’

Rustem di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gotûbêj hatin kirin û Rêveberiya Xweser ji bo anîna 30 hezar saetên elektronîk ên kehrebeyê erê kir. Wê li hemû bajar, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin belavkirin. Hêviya me ew e ku di sala 2023'yan de, ji bo parastina binesaziya enerjiya kehrebeyê, giranî ji bo danîna saetan bê dayîn."

(hs)

ANHA