Prof. Mahmut Patel: Şerê herî mezin li Îmraliyê ye

Profesor Mahmut Patel têrkildarî tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê şerê xwe yê mezin ê li dijî Kurdan, gelên Tirkiyê, sosyalîstan û aliyên demokrat û azadîxwaz li Îmraliyê dimeşîne.

Prof. Mahmut Patel: Şerê herî mezin li Îmraliyê ye
12 mijdar, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Ji 25`ê Adara 2021`an de ji rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayên wergirtin. Serlêdanên parêzer û malbatê yên ji bo hevdîtinê bi hincetên cezayên dîsîplînê tên redkirin.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ya dewleta Tirk herî dawîn cezayê dîsîplînê heta 6 mehan li dijî rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ferz kir.

Serokê Koma Çalakiyê ya Mafên Mirovan a Kurd a Başûrê Afrîkayê û pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Mahmut Patel têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.

"Dewleta Tirk ji bo desthilata xwe û sîstema xwe ya faşîst wek endameke NATO'yê bidomîne, tecrîdê didomîne.” Prof. Patel bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku hêzên komploger bi tecrîdê dixwazin sîstema kapîtalîst a navneteweyî û radestgirtina gelên ji bo azadî, edalet, wekhevî û rûmetê tê dikoşin, dewam bikin.

'DIXWAZIN LI ÎMRALIYÊ ÎRADEYÊ BIŞIKÎNIN'

Mahmut Patel got dewleta Tirk dixwaze bi saya serê NATO'yê desthilata xwe û sîstema xwe ya faşîst bidomîne û destnîşan kir ku rêber Ocalan ev yek qebûl nekir û li ber xwe da, lê DYA, Brîtanya û NATO'yê xwest bi rêya Tirkiyê vîna rêber Ocalan bişikînin.

Patel bi bîr xist ku rêber Ocalan ji ber têkoşîna azadiyê ya ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn girtî ye û anî ziman ku fikir û berxwedana rêber Ocalan îlhamê dide şoreşgerên li tevahiya cîhanê.

Patel wiha axivî: "Rêber Ocalan hem berî dîlgirtinê hem jî piştî wê, ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd xebitî. Nirxên şoreşger, sosyalîst û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye û cîhanê afirandine hembêz kirin, parastin û berbelav kirin."

'TIRKIYE HER KESÎ TECRÎD DIKE'

Mahmut Patel diyar kir ku astengiya herî mezin a li dijî sîstema faşîst a AKP-MHP'ê rêber Ocalan e û îşaret pê kir ku li Îmraliyê şerekî psîkolojîk tê meşandin û got şerê sereke yê rejîma AKP-MHP'ê li dijî Kurdan, gelên Tirkiyê, sosyalîst, demokrat û hêzên azadîxwaz li Îmraliyê tê meşandin.

Patel li ser van hemû şert û mercan got li Tirkiyê her kes di bin tecrîdê de ye û wiha pê de çû: “Çi kesên ku dibêjin em li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ne, yên ku dixwazin li Tirkiyê demokrasiyê pêk bînin, ên ku dixwazin arîşeyan bi rêyên demokratîk çareser bikin, divê li dijî tecrîdê rawestin. Pîvana demokrasî û azadiyê ya îro, dijberiya vê tecrîdê ye. Ev jî ji bo ku dengê rêber Ocalan bigihêje her kesî, têkoşînek e. Yên ku li ber tecrîdê ranebin, nikarin bêjin ku li Tirkiyê û li cîhanê li dijî faşîzmê ne."

‘TECRÎD BINPÊKIRINA MAFAN E, DÛRÎ BELGEYÊN HIQÛQÎ YE’

Mahmut Patel diyar kir ku îşkenceya herî xirab tecrîd e û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bikeve nava liv û tevgerê. Patel got tecrîda girankirî binpêkirina mafan e û wiha dewam kir: “Ji bo aştî û aramiya li Tirkiyê û herêmê, Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) û Komîteya li dijî Îşkenceyê divê bi lezgînî lêkolînê bikin û şertên girtîgehê yên birêz Abdullah Ocalan di çarçoveya Peymana Îşkenceyê ya NY'yê de û yên din ên li dijî zilm, kiryarên dermirovî an jî biçûkxistinê yên NY'yê seferber bike. Her wiha daxwaza azadiya rêber Ocalan rewa ye û nûnerê gelê Kurd e, ji ber ku dikare li Tirkiye û herêmê rê li ber aştiyê veke. Em ji tecrubeyên xwe yên li Afrîkaya Başûr dizanin ku serbestberdana rêbertîya rewa û pêbawer, ji bo her pêvajoyeke aştiyê hewce ye û şertekî pêwîst e. Dewamkirina binpêkirina mafên siyasî ye û li dijî normên navneteweyî û belgeyên hiqûqî yên têkildarî girtiyên siyasî ye."

‘CPT LI GORÎ RAPORA XWE YA FERMÎ TEV NAGERE’

Patel rapora CPT’yê ya sala 2020'an bi bîr xist û got: "Şert û mercên li Îmraliyê û bi temamî qedexekirina têkiliyan, cureyekî cezayê girtîgehê yê bêagahdarbûnê ye. CPT'yê diyar kir ku rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin, û bi aşkerayî li dijî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Qanûna Înfaza Tedbîrên Ceza û Ewlekariyê ya Tirk ji aliyê CPT’yê ve kêm hat dîtin û divê ne tenê li Girtîgeha Îmraliyê, di heman demê de sîstema girtîgehan bi giştî were sererastkirin. Ji Cotmeha 2014'an ve hemû daxwazên parêzeran û yên malbatê hatine redkirin. Ev yek binpêkirineke aşkera ya mafên mirovan ên bingehîn e."

BI HEZARAN ÎMZE HATIN KOMKIRIN

Li Afrîkaya Başûr, Koma Çalakiyê ya Mafên Mirovan a Kurd ku Mahmut Patel serokatiya wê dike, demeke dirêj ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi Rêxistinên Mafên Mirovan, sendîkayan (COSATU, NEHAWU) û Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr (SACP) re xebat kirin.

Di nav gelek însiyatîfên herêmî û cîhanî de sala borî ji bo ku NY ji bo azadiya fizîkî ya rêber Ocalan çalakiyan pêk bîne, kampanyayek dan destpêkirin û zêdetirî 150 hezar name û bi hezaran e-mail ji sekreterê giştî yê NY'yê Antonio Guterres re hatin şandin û bal kişandin ser rewşa girtîgehan a dermirovî ku rêber Ocalan li hember wê li ber xwe dide.

'BERPIRSYARIYEKE EXLAQÎ Û POLÎTÎK E'

Patel armanca xebatên wan bi vî rengî rave kir: "Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bê mîîsogerkirin, li Afrîkaya Başûr wezîfeyeke me ya exlaqî û polîtîk heye ku mîna rêber Mandela gelê wî bikare rûmeta mirovahiyê, azadiyên bingehîn û mafên mirovan ên bingehîn di nava civaka demokratîk de ewle bike."

Konseya Ewropayê di Kanûna 2021'an de ji Tirkiyê xwestibû ku hin tedbîran ji bo rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin, bi cih bîne. Talîmat ji hikumeta Tirk re hat dayîn ku li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), bi taybetî cezayên girtîgehê yên girankirî bikeve nava liv û tevgerê û ji bo binpêkirina mafên girtiyan ji holê rake, tedbîran bigire û rapora pêşketinê heta meha Îlonê pêşkêş bike.

LI DIJÎ TALÎMATÊN KONSEYA EWROPAYÊ ISRARA JI BO ŞER

Patel xuya kir ku berevajî biryara Konseya Ewropayê, dewleta Tirk li hemberî gerîla çekên kîmyewî, yên taktîk nukleer û cureyên bombeyên din bi kar anîn û hîna tu dewletan deng dernexistiye.

Mahmut Patel di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi alîkariya NATO'yê li Rojava û hemû qadan sûc kirine û got: "Heke NATO'yê ev qebûl nekira, dê hêza dewleta Tirk nebûya ku sûcên xwe bidomîne."

Patel diyar kir ku hem CPT hem jî DMME hewl didin ji doza rêber Abdullah Ocalan birevin û got ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan divê gelên cîhanê bikevin nava liv û tevgerê û ev yek jî dê bihêle ku rêber Ocalan wek mirovekî azad bi dewleta Tirk re dan û standinan bike.

‘DIVÊ HER KES LI DIJ DERKEVE!’

Patel got di vê dema krîtîk de divê gelên cîhanê bi awayekî komî bang li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bikin ku ji bo hêsankirina hevdîtinên aştiyê însiyatîfekê bide destpêkirin û dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere.

Prof. Mahmut Patel di dawiyê de got: "Divê hikumet, partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, sendîka û aktîvîstên mafên mirovan li dijî êrişkarî û dagirkeriya Tirk derkevin. Gelên cîhanê jî divê bang li NY, NATO, Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Yekitiya Ereban bikin ku li dijî vê binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê, vî sûcê êrişkariyê şermezar bikin û Tirkiyê ji vî sûcî berpirsyar bibînin.”

ANHA