​​​​​​​‘Bi îradeya dayikên şehîdan û gerîlayan em ê dagirkeriyê têk bibin’

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla şermezar kirin û got "Bi îradeya dayikên şehîdan û gerîlayan em ê li hemberî çekên kîmyewî li ber xwe bidin û dagirkerî û xiyanetê têk bibin.”

​​​​​​​‘Bi îradeya dayikên şehîdan û gerîlayan em ê dagirkeriyê têk bibin’
12 mijdar, 2022   09:56
QAMIŞLO

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla şermezar kirin û banga lêkolînkirina çekên kîmyewî kir.

Di dema xwendina daxuyaniyê de jinan çav, guh û devên xwe girtin ku pê bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan.

Daxuyanî li ber avahiya meclisê ji aliyê endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan Mihemed Yûsif ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi îradeya dayikên şehîdan û gerîlayan em ê li hemberî çekên kîmyewî li ber xwe bidin, dagirkerî û xiyanetê têk bibin. Ji bo mirovahî, rûmet û azadiyê em bi hev re li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên kîmyewî yên li dijî gerîla bisekinin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li her derê, bi taybet li Bakurê Kurdistanê şerê gelê Kurdan dike û bi hezaran siyasetmedar, hiqûqnas rojnamevan û çalakvanên girtine da ku nasnameya gelê Kurd biçewisîne.

Komîteyê daxuyand: "Em dayikên şehîdan bang li cîhanê, hêzên navneteweyî û hemû demokratan û azadîxwazan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, kiryarên dewleta Tirk ên li peymanên navneteweyî, ya herî dawî êrişên kîmyewî yên li dijî hêzên gerîla, teşhîr bikin."

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan di dawiya daxuyaniyê de banga şandina ekîpeke navneteweyî ji OPCWʹyê ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê kir da ku çekên kîmyewî, lêkolîn bike û dawî li kiryarên dewleta Tirk bîne.

ANHA