Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 4 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din bi covid-19 ketin
12 mijdar, 2022   07:51
NAVNDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  diyar kir ku li herêmên rêveberiyê 4 kesên din bi vîrusa Koronayê (covid-19) ketine. Li gorî desteyê kesên bi Koronayê ketine, 2 jin ji bajarê Hesekê û 2 mêr ji Qamişloyê ne.

Li gorî daneyên dawî yên desteyê, hejmara kesên ku ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 578, hejmara pêketeyan bû 39 hezar û 266 û hejmara kesên ku baş bûne bû 2 hezar  û 578.