Heta destpêka sala bê kehrebe dê bigihêje hemû taxên Reqayê

Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqayê dirêjkirina torên kehrebeyê li taxên Reqayê yên ku kehrebe nagihêjê, didomîne. Tê payîn ku komîte xebatên gihandina kehrebeyê ji bo hemû taxên bajêr di destpêka sala bê de bi dawî bike.

Heta destpêka sala bê kehrebe dê bigihêje hemû taxên Reqayê
12 mijdar, 2022   09:37
REQA

Ji dema rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve di 20`ê Cotmeha 2017`an de, komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên xizmetguzariyê kir.

Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Reqayê hindik maye xebatên dirêjkirina torên kehrebeyê ji bo hemû taxên ku di dema şer de zirar dîtine, bi dawî bike.

Komîte niha li ser dirêjkirina tora kehrebeyê ji bo herêma Firin Temwîn, Avê, Kolana Kehrebeyê, Sarîko û aliyê bakurê Taxa Baas ên bajêr, dixebite.

Li gorî çavdêrê projeyê Qusey El Cefal, wan dirêjkirina kabloyên kehrebeyê ji 4 transan heta malan bi dawî kiriye. Her transek kehrebeyê dide 150 malan anku 4 trans kehrebeyê didin 600 malan.

El Cefal ev agahî dan: "Li gorî plana me, em ê kabloyan ji 6 transan dirêj bikin ku dê kehrebeyê bide taxên Idîxar, Ferdos û heta Çarxerêya El Neîm, taxa Bedo û sêgoşeya El Icêlî."

El Cefal got dê dirêjkirina kehrebeyê bo hemû taxên bajêr destpêka sala bê bi dawî bibe.

ANHA