Rojnameyên erebî: Dadgeh bûne amûrên Erdogan ên li dijî hevrikên wî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rojeva Tirkiyê û aloziya avhewayê kir.

Rojnameyên erebî: Dadgeh bûne amûrên Erdogan ên li dijî hevrikên wî
12 mijdar, 2022   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DADGEH ALAVÊN HILBIJARTINAN ÊN ERDOGAN ÊN LI DIJÎ HEVRIKÊN WÎ NE’

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Dozgerên Stenbolê duh (înê) daxwaz kir ku cezayê 4 sal girtinê û qedexeya siyasî li şaredarê bajar ê ji partiya muxalîf (CHP) Ekrem Îmamoglu were birîn. Ekrem Îmamoglu bi doza ku heqaretê li berpirsên dewletê kiriye, hatiye tawanbarkirin. Ev yek rê li ber dûrxistina hevrikên Erdogan di hilbijartinên serokatiyê yên bê de vedike ku tê payîn sala bê were lidarxistin.

Parêzer Kemal Polat diyar kir ku dadgehê daxwaza cezayê girtîgehê yê di navbera salek û 3 mehan heta 4 sal û mehekê li dijî Îmamoglu kir û dibe 4 salan di siyasetê de were astengkirin. Darizandina şaredarê Stenbolê berî 7 mehan ji dema hilbijartinên serokatiyê û yên parlamentoyê pêk hat ku tê texmînkirin ku pêşbaziyeke xurt çêbe.

Darizandina berê 21ʹê Îlona borî pêk hatibû. Di wê dadgehê de Îmamoglu beşdar nebû ku ev darizandin wek "trajediyeke komîk" wesif dike. Dadgeh hat taloqkirin.

Ev dadgeh piştî hefteyekê ji tawambarkirina serokê CHPʹê û namzetê muhtemel ê serokatiyê Kemal Kiliçdaroglu bi belavkirina nûçeyên derew pêk hat. Li gorî qanûna nû ya dezenformasyonê, Kiliçdaroglu li pêşberî cezayê ku dibe bigihêje 3 salan re rû bi rû ye û dê ji namzetiya hilbijartinan were dûristin.

Di Adara 2019ʹan de desthilata Tirk hilbijartinên ku Îmamoglu bi rêjeyeke biçûk bi serokatiya şaredariya Stenbolê bi ser ketibû, betal kir. Lê piştî 3 mehan neçar ma careke din pêk bîne, ev yek ji bo muxalefetê serkeftineke mezin bû.

Biryara dubarekirina hilbijartinan, piştî ku Îmamoglu sond xwaribû, rastî bertekên cîhanê û pêleke mezin a piştgiriyê hat. Piştî mehekê Ekrem Îmamoglu kesên ku encamên pêşîn ên hilbijartinan betal kirine wek "ehmeq" bi nav kir. Di encamê de doz li dijî wî hatin vekirin.”

Di beşeke din a nivîsê de tê gotin: "Rejîma Erdogan bi aloziyeke aborî ya xeternak re rû bi rû ye ku di 12 mehên borî de îflasa wê ji sedî 85 derbas kir û dixwaze muxalîfan bi pêlên girtinê yên piştî hewldana darbeya 2016ʹan lawaz bike.

Opozîsyona Tirkiyê serokkomarê Tirkiyê ji hilweşandina lîre û bilindbûna rêjeya enflasyonê, xirabkirina rewşa jiyana welatiyan berpirs dibîne û Erdogan bi têkçûna nirxê lîreyî di encama destwerdanên wî di siyaseta diravî de, têkbirina pêbawerî û xweseriya Banka Navendî ya bi ferzkirina kêmkirina bi zorê di rêjeyên faîzê de tawanbar dike.

Opozîsyon û beşeke berfireh a siyasetmedar, akademîsyen û hiqûqnas dibêjin ku aloziya heyî ya li Tirkiyê encamên siyasetên Erdogan û şerên wî yên li derve ye. Her wiha diyar dikin ku destwerdanên leşkerî yên li Lîbya, Sûriyê û Qerebaxê budçeya dewletê xerc kir û têkiliyên Tirkiyê bi derve re qut kirin. Muxalîf destnîşan dikin ku xeta şer û dijminahî ya ku Erdogan di salên dawî de li hemberî şirîkên xwe yên rojava û kendavê dimeşîne, ziyan gihand aboriya Tirkiyê."

‘FATÛREYA GUHERÎNA AVHEWAYÊ HETA SALA 2050'YÎ 23 TRÎLYON DOLAR E’

Têkildarî krîza avhewayê, rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Aborînasan destnîşan kir ku fatûreya guhertina avhewayê pir mezin e. Ev yek ji bo piraniya dewletên cîhanê yên pêşketî û xizan, zirarên aborî û mirovî yên mezin çêdike û dihêle ku krîzên aboriya cîhanî kûrtir bibin. Pisporan ji rojnameyê diyar kir ku texmînên dawîn ên pêvajoya fînansekirina sekinandina li hember guhertinên avhewayê, di navbera 2.5 û 4 trilyon dolarî de ye. Ev jî lêçûneke mezin e ku divê hemû cîhan bigire ser xwe.

Pisporan bal kişand ser wê yekê ku zêdekirina projeyên deverên bi dar û ber û yên girêdayî enerjiya paqij û nûjen, hemwextî qeyranên enerjî û xurekê yên li cîhanê, bûye pêdiviyeke stratejîk û lezgîn.

Pisporê aboriyê û cîgirê rêveberê Navenda Misirê ya Lêkolînên Aborî û Stratejîk Dr. Elî El Idrîsî li ser xetereya bandorên aborî yên guherîna avhewayê hişyarî da ku ev yek dê ji bo piraniya dewletên cîhanê bibe sedema zirarên mezin û krîzên aboriya cîhanî girantir bike.

Li gorî texmîn û daneyên şîrketa ‘Swiss Re’, dibe ku lêçûna guherîna avhewayê di sala 2050'yî de 23 trilyon dolar be. Di 10 salên borî de, karesatên xwezayî yên ku ji ber wê rû dane, bûne sedema windakirina ji sedî 0,3 ji hilberîna salane. Di 50 salên borî de jî, karesatên xwezayî yên girêdayî avhewayê rojane zêdetirî 200 milyon dolar zirar da cîhanê."