​​​​​​​Normalîzekirina têkiliyên Misir-Tirkiyê asteng dibe

Hewldanên dewleta Tirk ên normalîzekirina têkiliyan bi Misirê re rastî gelek zehmetî û astengiyan tên. Heta niha tu guhertinên rasteqîn di siyasetên Qahîreyê de çênebûn ku destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê wek gefekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne. Gelo hewldanên Enqereyê gihaştine rêyeke xitimî?

​​​​​​​Normalîzekirina têkiliyên Misir-Tirkiyê asteng dibe
11 mijdar, 2022   04:45
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Dewleta Tirk ji bo ku têkiliyên xwe bi Misirê re baş bike, gelek hewldan kirin. Ji wan hewldanan, kanalên Îxwanî yên ku li Tirkiyê li hemberî dewleta Misirê dixebitîn, girtin. Her wiha gelek fermandar û endamên koma Îxwan El Muslimîn tengav kirin û ew ji Tirkiyê derxistin. Lê Qahîre bi van hewldanan îqna nebû, nemaze ku destwerdanên siyasî yên Tirkiyê yên li Lîbyayê dewam dikin ku Misir wek xetereyekê li ser ewlehiya xwe dibîne.

DAN Û STANDINÊN NORMALÎZEKIRINÊ SEKINÎN

28ʹê Cotmehê wezîrê karên derve yê Misirê Salih Şukrî ragihand ku piştî du civînan, dan û standina di navbera welatê wî û Tirkiyê de rawestiya û got: "Tu guhertin di kiryarên Tirkiyê yên li Lîbyayê de çênebûne."

Peymana nû ya têkilarî lêgerîna li gaz û petrolê li Deryaya Spî ya ku dewleta Tirk li Terablusê bi hikumeta Wehda El Weteniye ya demborî ya bi serokatiya Ebdulhemdî El Debîbe re îmze kiriye, rastî nerazîbûna Misir û Yewnanistanê hat.

Dewleta Tirk a dagirker vê dawiyê hewl da têkiliyên xwe bi dewletên Ereban re, di serî de Misirê re baş bike.

Ji ber helwesta Tirkiyê ji hilweşandina hikumeta Îxwanê li Misirê û piştgiriya wan a bi vê komê re, têkiliyên Misir û Tirkiyê ji zêdetirî 10 salan ve qut bûne, nemaze ku Misirê ev kom wek rêxistineke terorîst wesif kiriye.

Demekê berê, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan gotibû ne pirsgirêk e ku peywendî û hevdîtin li ser astên bilind bi Misirê e werin kirin û gotibû hevdîtinên ji bo başkirina têkiliyan bi Misirê re dewam dikin, lê astengiyên mezin li pêşiya wan hene.

NÎŞANEYÊN VEGERA TÊKILIYAN

Li ser mijarê pisporê têkiliyên navneteweyî li zanîngeha Mûte ya Urdinê Dr. Îyad El Mecalî ji ANHAʹyê re axivî

Dr. Îyad El Mecalî got: "Li gel qutbûnê û gefên li berjewendiyên Enqere û Qahîre çi li Rojhilata Navîn be yan jî bi taybet li Lîbyayê be, xalên lihevhatinê li pêşberî stratejiya Enqereyê ya dan û standinên bi dosyayên aborî, ewlehî, siyasî yên hevbeş ên bi Qahîreyê re winda dibin. Di encamê de tevgera normalîzekirinê ya ku rejîma Enqereyê daye destpêkirin disekine."

El Mecalî got hincetên ji bo berjewendî û hevkariya di navbera Qahîre û Enqereyê de di serdema lêgerîna asayîbûnê de serdest bûn û pêvajoya van têkiliyan vegerandin ser rêya rast ku perspektîfên aborî biafirîne û hevkariya hevbeş ji bo vegerandina hêdîbûna leza vê normîlazekirinê çêke. Da ku bersivê bide xalên kûr di dosyayên hevbeş de li Lîbyayê û destwerdana dewleta Tirk li dîmena siyasî ya Lîbyayê.

‘LÎBYA DI NAVBERA DESTWERANA TIRKIYE Û MISIRÊ DE YE’

/kr/uploads/files/2022/11/10/170727_-.webp

Dr. Îyad El Mecalî da zanîn ku destwerdna Tirkiyê ya li Lîbyayê rewşa ewlehî û siyasî aloztir kir û bi mezinbûna piştevaniya Tirkiyê ji bo nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Lîbyayê de alozî gurtir bû.

El Mecalî îşaret pê kir ku helwesta Qahîreyê ya li hemberî aloziya Lîbyayê berevajî helwesta Enqereyê ye û diyar kir ku Misir piştgiriyê dide hemû lihevkirin û însiyatîfên ji bo çareseriyeke siyasî ji aloziyê ya dûrî tundî û şer û destwerdana derve red dike û got: "Stratejiya Misirê ya têkildarî aloziya Lîbyayê li gorî nêrîneke ewlehî û siyasî ye û şer, alozî û tevliheviya di navbera aliyên bi nakok de, heger nakokiyên parlamentoya li Tebirqê be an jî kongreya giştî ya li Terablusê de be, red dike."

El Mecalî da zanîn ku di çaçroveya hewldanên Tirkiyê û Misirê de nakokiyên li ser zêdegaviyên Enqerayê zêde dibin ku destekê dide hikumeta El Debîbe da ku li berjewendiyên kûrtir û zêdetir ên li berhemên petrol Lîbyayê bigire û xwe li cihên avakirina biryarên siyasî yên xwedî îdeolojiya bawerî ya li Lîbyayê ferz bike ku parçebûna û jihevistina hundirîn zêdetir dike.

Dr. Îyad El Mecalî di dewama axaftina xwe de got: "Bi zêdebûna hewcedariya Enqere û Qahîre bi jinûve normalîzekirina têkiliyan û xwesteka saziyên avakirina biryaran ên herdu dewletan di pêkanîna vê yekê de, herdu alî hewl didin dosyayên hevbeş ên li ser astên navxweyî û herêmî nîqaş bikin. Kiryarên Enqere yên li Lîbyayê astengiya herî mezin e ya ku gavên vê normalîzekirinê û vegera têkiliyên siyasî û aborî yên li gorî berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan wekî berê sînordar dike. Ji ber siyasetên Tirkiyê yên li Lîbyayê, Qahîre dan û standin bi Tirkiyê re sekinandin û rewş vegeriya alozî û dijbertiya bi Enqere re. Nîşane hene ku heger Erdogan desteka xwe ji hikumeta El Debîbe re dewam bike, dê veger çênebe.ʹʹ

El Mecalî da zanîn ku daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Misirê zexteke eşkere li Enqereyê kiriye ku eger bixwaze têkiliyên xwe bi Qahîreyê re vegerîne divê dev ji kiryarên xwe yên li Lîbyayê berde.

ʹNAKOKÎ DEMKÎ NEʹ

/kr/uploads/files/2022/11/10/170708_-.webp

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî yê ji Misirê Elaa Farûq jî got: "Sedema aloziya têkildarî Lîbyayê ya di navbera Misir û Tirkiyê de ew e ku Tirkiyê gelek peyman bi hikumeta Ebdulhemîd El Debîbe re îmaze kirin. Qahîre jî vê hikumetê ne rewa dibîne."

Farûq bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Misirê yên têkildarî rawestandina dan û standinên di navbera Qahîre û Enqere de û got, ev nayê wateya vegera nakokiyên her du aliyan û got, mijar beşek ji siyasetên zextê ye da ku berjewendiyên mezintir li herêmê, bi taybet di dosyaya Lîbyayê de pêk werin.

Elaa Farûq bi domdarî got: "Nêzîkatiyên domdar ên Misirê yên li hemberî hikumeta El Debîbeyê, çi ji aliyê vekişîna şandeya Misirê ji civîna Komkara Ereban a li Qahîre û şerê axaftinan ê navbera Samih Şukrî û Wezîra Karên Derve ya hikumeta El Debîbe Necla Menqûş ve di lûtkeya Cezaîrê de mijareke asayî ye. Ji xwe Qahîre siyasetên hikumeta El Debîbe û lihevkirinên wê yên bi Tirkiyê re red kirine. Ji ber ku ev yek li dijî lihevkirina Cinêvê ye ya ku hikumeta El Debîbe û Meclisa Serokatiyê anîn. Ji ber ku mafê vê hikumetê tune ye ku lihevkirinên bi dem dirêj îmze bike. Ji wê zêdetir Qahîre dibîne ku li gorî lihevkirina Cinêvê 24ʹê Kantona 2021ʹê de dema hikumeta El Debîbe bi dawî bûye. Lê El Debîbe hincet derdixîne ku hilbijartin çênebûne û divê hikumet karê xwe dewam bike heta ku hilbijartin pêk werin, Qahîre jî vê red dike."

Farûq da zanîn ku Misir bûye xwedî helwesteke fermî ku li dijî hikumeta El Debîbe zêdetir kir, her wiha hikumeta Fethî Başaxa nas kiriye.

Têkildarî îhtîmala vegera dijminahiya Misir-Tirkiyê ji ber aloziya heyî, Farûq ev tişt got: "Rewşa navneteweyî û herêmî tu dijminahî li herêmê naxwaze. Mijar hemû nakokiyên demkî, zextên cûda û metrisî, rewşa aborî ne ku dê Qahîre û Enqereyê neçarî diyalogan bikin."

ANHA