​​​​​​​Li nexweşxayên hikumeta Şamê xizmetguzarî xirabtir dibe

Li nexweşxaneyên Helebê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de kadroyên tenduristiyê û hemşîre kêm in. Her wiha xizmetên tenduristiyê hema hema tune ne û pir xirab in.

​​​​​​​Li nexweşxayên hikumeta Şamê xizmetguzarî xirabtir dibe
11 mijdar, 2022   00:45
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Zêdetirî 10 salên şer, ziyaneke mezin gihandiye binesaziya piraniya erdnîgariya Sûriyê, bi taybet jî qada tenduristiyê.

Ji ber vê yekê jî, xizmetên tenduristiyê nemane, nemaze li deverên di bin kontrola hikumeta Şamê de. Ev ji ber çend sedeman e; nebûna dahat û mûçeyan, koçberiya kadroyên tenduristiyê û hemşîreyan a ji ber şer û rewşa jiyanî ya xirab.

Çavkaniyên ji nexweşxaneyên El Razî, Ibn Ruşd û Camîa yên bajarê Helebê ku di bin kontrola hikumeta Şamê de, ji ANHA’yê re axivîn.

'HEKE NASÊN WE LÊ TUNE BIN, NEÇIN NEXWEŞXANEYÊN HIKUMETÊ!'

Bijîşkekî li nexweşxaneyeke hikumeta Şamê kar dike ku navê Ehmed li xwe kir, dibêje: "Ev nexweşxane di warê xizmetên tenduristiyê de ber bi xirabûnê ve diçin, sedema wê jî kêmbûna mûçeyên hemşîre û bijîşkan, koçberbûna kadroyên tenduristiyê û hemşîreyan e."

"Eger nasên we nebin, neçin nexweşxaneyên hikumetê." Ehmed bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir ku nexweşxane çawa nexweşan pêşwazî dikin û wiha lê zêde kir: "Eger nasên te tune bin, tu yê zêdetir di nexweşiya xwe de êşê bikişînî, tu yê bigerî û bigerî û neyê dermankirin." 

Li ser awayê kontrolkirinê li wan nexweşxaneyan ku tirs û gumanê li cem nexweşan çêdike, Ehmed wiha got: "Nexweş ji bo wan dibin amûrên ceribandinê. Ji ber ku ji aliyê pisporan ve nayên muayenekirin. Lê belê, ew ji hêla kesên ku nû fêr dibin (xwendekarên beşa tenduristiyê yên sala yekem an duyemîn) ve tên kontrolkirin. Lê ji ber rewşa dijwar a jiyanê ew berê xwe didin wan."

Ehmed got: "Di rewşên acil de kontrolkirina bilez hewce dike, ya baş jî ew e ku ji hêla pispor an xwendekareke tenduristiyê yê sala 5'an ve were kontrolkirin. Ji ber ku jiyana nexweş di xetereyê de ye. Lê di encama neqebûlkirina bijîşkên pispor a kontrolkirina kesê nexweş, ew dikeve destê xwendekarên sala yekem û an jî sala duyem."

KÊMASIYA KADROYÊN TENDURISTIYÊ LI NEXWEŞXANEYAN

Dr. Ehmed diyar dike ku eger ji bijîşkekî sedema nehatina wî ya nexweşxaneyê bê pirsîn, dê vê bersivê bide: "Mûçe têra lêçûnên hatina nexweşxaneyê nake."

Amûr hene, lê bijîşk û teknîsyen kêm in. Ehmed diyar kir ku dema hin alav xirab bibin, ji bo sererastkirina wan demeke dirêj divê û wiha got: "Di nexweşxaneyê de CT skan xirab bû, nexweş jî neçar man ku wêneyan li derveyî nexweşxaneyê bi buhayên gelekî giran bikêşin. Sererastkirina wê jî mehekê dirêj kir."

‘EZ NEWÊRIM LI NEXWEŞXANEYÊN HIKUMETÊ EMELIYAT BIBIM’

Nexweşeke ku red kir li nexweşxaneyên di bin kontrola hikumeta Şamê de emeliyat bibe, ji ber ku baweriya wê bi îhtîmala serkeftina emeliyatê nayê. Şêrîn (ne navê rast e) ji taxa Eşrefiyê ya li beşa di bin kontrola hikumeta Şamê de ye û wiha got: "Nasên min lê tune ne, ne mimkun e ku ez bifikirim li nexweşxaneya hikumetê emeliyat bibim."

(hs)

ANHA