​​​​​​​HRRKʹê amadekariyên lidarxistina 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava dike

HRRKʹê amadekariyên lidarxistina 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dike. Mîhrîcan dê du hefteyan dewam bike.

​​​​​​​HRRKʹê amadekariyên lidarxistina 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava dike
7 mijdar, 2022   01:51
QAMIŞLO-GELHAT ANDOK

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) amadekariyên 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dike. Mîhrîcan wê bi dirûşma “Em li vir ta dilopa dawî ya ximavê, ta dilopa dawî ya xwînêʹʹ 11ʹê Mijdarê heta 25ʹê Mijdarê li avahiya HRRKʹê were lidarxistin. Wê gelek rewşenbîr û afrîner ji herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê tev li mîhrîcanê bibin.

Der barê bername û berhemên ku dê di mîhrîcanê de werin pêşandan de endamê Desteya Rêveber a HRRK û berpirsê komîteya çalakiyan Ehmed Huseynî axivî û got: “Mîhrîcana yekemîn sala 2014`an li bajarê Wuppertal ê Almanya li dar ket. Piştî wê lidarxistina mîhrîcanê her sal li Ewropayê berdewam kir ta ku navenda HRRKʹê  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin. Pê re mîhrîcan salane li Rojava hat lidarxistin. Cara yekê  li Kobanê û salên li pey wê li Qamişlo hatin lidarxistin.”

Têkildarî girîngiya mîhrîcana îsal Huseynî got: “Tevî mercên dijwar ku herêm tê re derbas dibe, lê dîsa jî em ji cîhanê re îsbat dikin ku em afrîner in û dikarin tiştên xweş, çi helbest be yan jî fîlm be yan jî mîhrîcan be yan jî çîrokên kurt be biafirînin. Em diyar dikin ku mirov dikare tiştên bedew biafrîne û bi wêneya herî xweşik pêşkêşî mirovahiyê bike.”

Ehmed Huseynî îşaret bi armanca lidarxistina mîhrîcanê kir û got: “Bi zelalî balê dikişîne ser taybetmendî û mîrasa çandî ya kevnar û ji civakê re pêşkêş dike, qada çandî firehtir dike ku gelê Kurd bi rêya çand, bawerî û urf û adetan dike yeke, her wiha êş û zehmetiyên rave dike û bi vê yekê giyanekî yekgirtî yê erdîngariya ku lê dijî îfade dike.”

Tê payîn ku ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nivîskar, afrîner û hunermend tev li mîhrîcanê bibin. Girêdayî tevlêbûna ji derve Huseynî ev agahî parve kirin: “Di plana me de hebû ku di mîhrîcanê de nivîskarên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê hebin. Lê rewşa heyî derfetê nade ku ew lê amade bin nexasim rewşa li Başûrê Kurdistanê û sînor dibin asteng.”

Li ser bernameya mîhrîcanê Huseynî destnîşan kir ku wê di mîhrîcanê de şevbuhêrkên helbest û çîrokan, şano û fîlmên kurdî werin pêşandan û got: “Tê payîn ku derdora 25 kurtefîlm were pêşandan, pêşangehek were vekirin û semîner têkildarî dozên girîng bên dayîn.”

Ehmed Huseynî di dawayê de got: "Ez hêvî dikim ku mîhrîcan têrê bike da ku rola ku divê rewşenbîr bilîzin, şîrove bike.

Tê bibîrxistin ku sala borî ji ber pandemiya Koronayê mîhrîcana hat betalkirin.

(şx)

ANHA