Ji malbata şehîd Kendal Botan re sersaxî hat xwestin

Şêniyên herêma Firatê sersaxî da malbata gerîlayê şehîd Ciwan Enter Elî (Kendal Botan).

Ji malbata şehîd Kendal Botan re sersaxî hat xwestin
7 mijdar, 2022   12:06
EYN ÎSA

Gerîlayê HPGʹê Ciwan Elî Enter (Kendal Botan) 29ʹê Hezîrana 2022ʹyan li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Ji bo şehîd Kendal Botan konê sersaxiyê li gundê Êdiqê yê rojhilatê bajarê Kobanê hat vedan. Bi sedan şêniyên herêma Firatê herikîn bin kon û sersaxî dan malbata şehîd.

Di bin kon de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hac Kerhio sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, şehîd Kendal di oxira azadiya gelê xwe li hemberî alava şer a dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelên berxwedêr de giyanê xwe da.

Hac Kerhio her wiha got: " Di çarçoveya mafê parastina rewa de ciwanên me erka xwe ya pîroz bi cih tînin û li hemberî siyasetên qirkirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û parçeyên din ên Kurdistanê li ber xwe didin.ʹʹ

Adil Hac Kerhio diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker derbeyên girand li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwarine, ji ber vê yekê bi êrişên kîmyewî hewl dide tolê ji gerîlayan hilîne.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hac Kerhio bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên kîmyewî şermezar kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di merasîmê de diruşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.

ANHA