Dayikên Aştiyê yên Tebqayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Dayikên Aştiyê yên Tebqayê, îro bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî û yên qedexekirî şermezar kirin û domandina berxwedan û têkoşînê heta pêkanîna azadî û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, teqez kirin.

Dayikên Aştiyê yên Tebqayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
2 mijdar, 2022   17:18
TEBQA

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, Foze El Mihemed ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Terora we gihîşt her bihosteke pîroz a vê xakê. Ji bo me sûcên ku hûn pêk tînin ne nû ne. Ji gelek salan ve hûn gelên herêmê dikujin, koçber dikin û wêran dikin.  

Bi berxwedan û têkoşîna gelê xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, em dizanin ku hûn serkeftina xwe di têkbirina gelê azadîxwaz ê ku li ser şopa rêber Abdullah Ocalan e de dibînin. Ji ber wê we fişar li ser serokê me zêde kirin û ew bê maf hişt.

Dewleta Tirk a dagirker heta niha jî hewl dide teror û hovîtiya xwe li dijî rêber Ocalan derxe û herêmên me bi çekên kîmyewî hedef bigire, da ku ronahiya azadiyê ya ku ji herêmên me hiltê, vemirîne.

Ji vir û bi navê Dayikên Aştiyê yên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê û bi navê her jineke azad ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, soz didin ku em ê zarokên xwe tev ji bo xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin, wê demê dê cihê wan li ser vî xaka pîroz nemîne.”

(mh)

ANHA