Li rojhilatê Reqayê 4 zarok mirin

Li rojhilatê Reqayê, 4 zarok mirin û 13 din jî bi jehrî bûn piştî ku kivarkên jehrî xwarin

Li rojhilatê Reqayê 4 zarok mirin
2 mijdar, 2022   17:27
REQA

Duh 17 zarok ji gundê Ebû Wehil ê rojhilatê Reqa rakirin nexweşxaneya taybet a zarokan, piştî ku kivarkên jehrî xwarin, bi jehrî bûn

Bijîşkê li nexweşxaneyê, Semo Osman ji ajansa me re diyar kir ku 4 zarokan ji nava wan mirin û yên din hîna têne dermankirin.

Osman anî ziman ku nexweşxaneyê destwerdana lezgîn kir, ji wan 4 zarok veguhestin nexweşxaneyên taybet û yên din jî rewşa wan baş e.

 (dm)

ANHA