Li gundên Cindirêsê bendên nû yên kontrolê

Çavkaniyên herêmî ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker li gundên Til Silorê û Celemê yên Cindirêsê li nêzî bendên çeteyên Ehrar El Şam bendên kontrolê yên nû danîn.

Li gundên Cindirêsê bendên nû yên kontrolê
30 cotmeh, 2022   13:31
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku dagirkeriya Tirk dest bi veguhastina blokên çemento ber bi rêya di navbera navenda Cindirêsê, gundên Til Silor û Celemê kir, da ku bendên kontrolê yên nû ava bike.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk blokên çemento danîn gel pira gundê Til Silorê li keviyên çemê Efrînê, her wiha danîn têketina gundê Celemê li nêzî bendên çeteyên Ehrar El Şam.

Dagirkeriya Tirk di avakirina baregehên leşkerî yên nû li gel deriyên Dêr Belût a li Cindirêsê û geriyê Xezawiyê yê li Şêrawayê dewam dike.

(fr)

ANHA