​​​​​​​Heyet Tehrîr El Şam 4 welatî ji Şera ya Efrînê revandin

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê 4 welatî ji şêniyên navçeya Şera ya Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

​​​​​​​Heyet Tehrîr El Şam 4 welatî ji Şera ya Efrînê revandin
30 cotmeh, 2022   13:20
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji hundirê Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam 4 welatî ji gundê Kefermizê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Navên revandiyan wiha ne; Hîlal Osman, Casim Ocalan, Cuma Mistefa Osman û Qusey Henan Osman.

(fr)

ANHA