​​​​​​​Dagirkeriya Tirk tevgerên xwe li eniya Til Temirê zêde kirin

Kamereya ajansa me dîmenên bilindkirina satirên axî li eniya Til Temirê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve girtin, her wiha çavkaniyên leşkerî jî da zanîn ku dagirkeriya Tirk di çend rojên borî de tevgera xwe zêde kiriye û xendekan dikole.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk tevgerên xwe li eniya Til Temirê zêde kirin
30 cotmeh, 2022   13:37
HESEKÊ

Di çarçoveya zêdekirina tevgera leşkerî ya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Til Temirê bi taybetî de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” nuqte û baregehên xwe amade dikin, satirên axî bilind dikin û xendekan dikolin.

Çavkaniyên leşkerî ji ajansa me re da zanîn ku di saetên derengiya şevê de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li piraniya gundên li eniya Til Temirê tevgera xwe zêde kirin.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku dagirkeriya Tirk di saetên derengiya şevê de xendek kolandin, satirên axî bilind kirin û baregehên xwe yên li eniya Til Temirê û bi taybetî eniya bakur a navçeyê, ji gundê Menax ê ku wek baregeheke girîng a dagirkeriya Tirk e û heta bi rojhilatê navçeyê ve, xurt kirin.

Kamereya ajansa me dîmenên bilindkirina satirên axî li wan baregehan û amadekariyên artêşa Tirk a dagirker li eniya Til Temirê şopandin.

Nûçegihanê me yê li herêmê destnîşan kir ku tenê li hember eniya Til Temirê, ji gundê Menax ê bakurê navçeyê heta bi girê gundê Amiriye yê li ber rêya M4 a li rojavayê navçeyê ve, nêzî 10 baregehên leşkerî hatine avakirin.

(mh)

ANHA