Awistralya û Japonyayê lihevkirineke ewlehiyê îmze kir

Li gel rageşiya li rojhilatê Asyayê, Awistralya û Japonyayê îro ji bo xurtkirina hevkariya leşkerî û parvekirina agahiyên îstixbaratî, lihevkirineke ewlehiyê îmze kir.

Awistralya û Japonyayê lihevkirineke ewlehiyê îmze kir
22 cotmeh, 2022   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida û yê Awistralyayê Anthony Albanese li bajarê Perth ê rojavayê Awistralya ji bo nûkirina lihevkirina beriya 15 salan, lihevkirin îmze kir. Lihevkirina beriya 15 salan dema ku teror û belavbûna çekan metirsiyên mezin bûn, hatibû îmzekirin.

Serokwerzîrê Awistralyayê pesnê “ragihandina hevbeş a hevkariya ewlehiyê” da û tekez kir ku ev “lihevkirina dîrokî” li ser hevkariya wan a stratejîk peyameke xurt dide herêmê.

Rayedarên Awistralyayê got li gorî lihevkirinê, hêzên leşkerî dê li bakurê Awistralyayê perwerdeyên hevbeş pêk bînin. Her wiha daxuyandin ku ev lihevkirin dê hevkariya di aliyê parastinê û parvekirina agahiyên îstixbaratî de berfireh û xurt bike.

Kishida, bêyî ku bi nav behsa Çîn an Koreya Bakur bike, got ev lihevkirin bersivdayîna atmosfereke stratejîk e.