​​​​​​​Ebû Ebdo El Şêx: Em ê li hember hemû êrişên li dijî destkeftiyên şehîdan bisekinin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Ebdo El Şêx got: “Em ê li hember hemû êrişên li dijî destkeftiyên şehîdan bisekinin û dê destkeftiyên wan û axa xwe bi hemû rêbazan biparêzin.”

​​​​​​​Ebû Ebdo El Şêx: Em ê li hember hemû êrişên li dijî destkeftiyên şehîdan bisekinin
21 cotmeh, 2022   03:22
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Hema bêje, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane bi çekên giran gundên bakur û rojavayê Minbicê yên tijî şênî topbaran dikin û di encamê de zirarên mezin digihînin mal û milkên welatiyan.

Têkildarî geşedanên dawîn ên li eniyên Minbicê yek ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Ebdo El Şêx ji ajansa me re axivî û got: “Ji 2016`an ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hema bêje rojane gundên Minbicê yên tijî şênî ji baregehên xwe yên li gundên bakur û rojavayê bajêr wekî Tuxar, Qirata, Hemam, Kirêclî, Yaşlî û Şêx Nasir ên dagirkirî topbaran dikin.”

El Şêx destnîşan kir ku ji ber dijwarbûna topbaranê, gundî êdî nikarin jiyana xwe ya rojane bi awayekî asayî bijîn.

Di dawiyê de El Şêx got : “Em soz didin gelê xwe ku wan ji hemû êrişan biparêzin, ji bo parastina destkeftiyên şehîdan em ê bibin kelaha asê û dê gelê xwe bi hemû rêbazan biparêzin.”

ANHA