Têkildarî destgîrkirina welatiyên Kurd li Silêmaniyê ji nûnerê HDP`ê yê li Başûr daxuyanî

Ji nûnerên HDP’ê yê Silêmaniyê Tahir Çelik, diyarkir ew heta niha jî nizanin hevalên wan ji ber çi sedemê ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine binçavkirin.

Têkildarî destgîrkirina welatiyên Kurd li Silêmaniyê ji nûnerê HDP`ê yê li Başûr daxuyanî
20 cotmeh, 2022   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê di saetên piştî nîvro de Asayîşa Silêmaniyê li dijî penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê dest bi operasyoneke siyasî ya destgîrkirinê kiriye. Hat zanîn heta niha 8 kes hatine destgîrkirin. Hat gotin kesên hatine destgîrkirin, li Bakurê Kurdistanê endamên HDP’ê bûn û ji ber zextên dewleta Tirk koçî Başûrê Kurdistanê bûne.

Penaberên siyasî yên ku hatine destgîrkirin hemû endamên Komeleya Karkeran a Mezopotamya yê ne ku ev komele ji aliyê penaberên siyasî yên HDP’yî ve hatiye avakirin.

Der barê destgîrkirinê de yek ji nûnerên HDP’ê yê Silêmaniyê Tahir Çelik ji Rojnews re axivî û diyar kir ku heta niha ew nizanin ji ber çi sedemê hevalên wan hatine destgîrkirin. Çelik got: “Heta niha em nizanin çend kes hatine binçavkirin, lê li gor agahiyên li ber destê me hene herî kêm 8 hevalên me hatine destgîrkirin. Di serdegirtina Komeleya Karkerên Mezopotamyayê de 4 hevalên me hatine destgîrkirin. 4 hevalên me yên din jî li mala xwe yan jî li cihên xwe yên kar hatine destgîrkirin.”

Tahir Çelik diyar kir li di dema serdegirtina Komeleya Mezopotamyayê de wan peywendî bi asayîşê re kirine, lê asayîşa Silêmaniyê qet bersiva telefonên wan nedaye.