Şêniyên Efrînê: Berxwedana gerîla wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsîn

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG`ê Çekdar Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê oxir kir ku duh ji ber nexweşiyê bûbû.

Şêniyên Efrînê: Berxwedana gerîla wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsîn
Şêniyên Efrînê: Berxwedana gerîla wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsîn
Şêniyên Efrînê: Berxwedana gerîla wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsîn
Şêniyên Efrînê: Berxwedana gerîla wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsîn
Şêniyên Efrînê: Berxwedana gerîla wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsîn
Şêniyên Efrînê: Berxwedana gerîla wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsîn
Şêniyên Efrînê: Berxwedana gerîla wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsîn
20 cotmeh, 2022   16:51
ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Hesen Mihemed (Çekdar Efrîn) ku endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû ji nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê wergirt û bi karwamekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve ya li navçeya Ehrezê ketin rê.

Li goristanê, endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û sersaxî da malbata şehîd Çekdar Efrîn û xelkê Efrînê.

Xedîce Îbo wiha domand: “Piştî ku dewleta Tirk a dagirker nekarî planên xwe yên dagirkirinê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne, li ber çavên dewlet û aliyên mirovî çekên kîmyawî bi kar anîn ku di encamê de 17 gerîla şehîd bûn. Ev yek binkeftina dagirkeriya Tirk ku pêş de biçe, îsbat dike.”

Endama rêveberiya Kongra Star Gul Mihemed jî axivî û teqezî bi piştgiriya berxwedana gerîla li hember êrişên dagirkeriya Tirk kir û got: “Berxwedana dîrokî ya gerîla li çiyayên Kurdistanê dê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsîn. Ji ber ku li hember dagirkerekê li ber xwe dide ku hemû cureyên çekên qedexekirî bi kar tîne.”

Paşê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Rûhay Kûsa wesîqeya şehadeta şehîd Çekdar Efrîn xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de spart axê.

ANHA