​​​​​​​Di 5'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê de li bajêr çi pêşketin çêbûn?

Piştî 5 salan ji rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, li bajar di warên aborî û xizmetguzariyê de pêşketineke mezin çêbû. Ev hemû bi saya xebatên komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê û israra gel a vegerandina bajarê xwe wekî berê ye.

​​​​​​​Di 5'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê de li bajêr çi pêşketin çêbûn?
​​​​​​​Di 5'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê de li bajêr çi pêşketin çêbûn?
​​​​​​​Di 5'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê de li bajêr çi pêşketin çêbûn?
​​​​​​​Di 5'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê de li bajêr çi pêşketin çêbûn?
​​​​​​​Di 5'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê de li bajêr çi pêşketin çêbûn?
​​​​​​​Di 5'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê de li bajêr çi pêşketin çêbûn?
18 cotmeh, 2022   23:29
REQA – EHMED EL ESAF

Di 20'ê Cotmeha 2017'an de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)piştî şerên dijwar ku 166 rojan dom kir, rizgarkirina bajarê Reqayê ragihand.

Di sala yekem a piştî rizgarkirinê de, Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo vekirina rêyan, rakirina bendên axê û bêbandorkirina bi hezaran mayîn û teqemeniyan kar û xebat da meşandin. Paşê xebatên ji nû ve avakirinê dest pê kirin.

Li gorî Meclisa Sivîl a Reqayê, bi qasî 900 hezar welatî ku 25 malbatên xiristiyan jî di nav de, vegeriyane bajêr. Dibe ku hejmar hîn ji van zêdetir be, ji ber ku hîn nûkirina hejmarên îsal bi dawî nebûye. Her wiha ji ber ewlehiya li bajarê Reqayê, 16 hezar welatiyên sûrî ji herêmên cuda yên Sûriyê ber bi Reqayê ve koçber bûne.

Di vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser girîngtirîn kar û xebatên xizmetguzarî û pêşketinên li bajarê Reqayê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ'ê di warê xizmetguzarî, çandinî, aborî, perwerde, çandî û tenduristiyê de.

JI NÛ VE AVAKIRIN

Ji nû ve avakirina Reqayê ji bo Meclisa Sivîl û komîteyên wê ne hêsan bû, ji ber ku bajar hema hema bi temamî wêran bûbû. Avahî û binesaziya wê bi tevahî zirar dîtibû, lê Meclisa Sivîl a Reqayê di nava 5 salan de hema hema ji nû ve avakirina bajar temam kiribû. Rêjeya ji nû ve avakirinê di avahiyên wêrankirî de gihaşt zêdetirî ji sedî 50, her wiha vegerandina kehrebeyê û ava vexwarinê ji bajar û gundewarên wê re.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê Setam El Elî wiha got: "Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê dema em derbasî wir bûn,  binesaziya wê bi temamî hilweşiyabû, lê bi hewldana gel û meclisê tevî zehmetiyên ku di piraniya beşan de em pê re rû bi rû man, me dikarî jiyanê vegerînin mîna berê.”

Setam El Elî wiha dom kir: "Di her budceya salane ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê pêşkêşkirin, gelek projeyên jiyanî û xizmetguzarî yên ku alîkariya vegerandina jiyanê ji bo bajêr dikin, têne destpêkirin.”

Proje herî zêde sererastkirina stasyonên ava vexwarinê, kehrebeyê û kanalîzasyonan, rakirina kavilên ku gihaşt 2 milyon û nîv metrekab , ziftkirina rêyan, sererastkirina torên ronahiyê, peyarê û kolanên bajêr bûn.

El Elî wiha pê de çû: "Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo sererastkirin û avakirina pirên ku bajaran bi hev ve girêdide kar kir. Di sala 2022'yan de 9 koordîdor li gundewarên Reqayê hatin avakirin, hinek ji wan li ser kanalên avdanê û avên çandiniyê ne. Hejmara pirên ku hatin çêkirin gihaşt 16’an, a herî girîng jî pira kevn a Reqayê bû ku bajar bi gundewarên wê yên başûr ve girê dida.”

El Elî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di sala 2022'an de 89 projeyên girîng li Reqa û gundewarê wê hatin destpêkirin. Her wiha projeyên ziftkirina rêyan bi 8 hezar metrekab ji ziftê. ji bo bajêr û 10 hezar metrekab ji bo gundan, ji sedî 75'ê wan hatine pêkanîn.”

El Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Meclisa Sivîl a Reqayê û Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan her tim hewl didin ku ji ber wêraniya li bajar a dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê, di asta ku layîqî şêniyên Reqayê be piştgiriya warê xizmetguzariyê li herêmê bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Şaredariya Gel a Reqayê ji dema damezrandina xwe ve di sala 2018'an de heta îro, asankarî ji bo jinûveavakirinê pêşkêş dike, çi ji bo destûra avadaniyê û çi jî ji bo destpêkirina projeyên binesaziyê. Hejmara ruxsetên avakirinê yên ku ji şêniyên Reqayê re hatin dayîn gihaştine 3 hezaran, hezar û 200 ji wan ji bo avahiyên ku bi temamî hatibûn rûxandin bê pere û hezar û 800 jî ji bo avahiyên nû.

Di warê cihên dîrokî û şûnwaran de, Meclisa Sivîl a Reqayê 4 ji wan bi temamî restore kirin, her wiha 13 şûnwarên din jî qismî hatine restorekirin.

Der barê cihên îbadetê de jî, Komîteya Karûbarên Olî ya Meclisa Sivîl a Reqayê, Dêra Şehîdan a navenda bajarê Reqayê ya pêşberî Parka El Reşîd restore kir.

REQA DI WARÊ ABORÎ DE

Bajarê Reqayê bi jêderên xwe yên aborî yên zêde tê nasîn. A herî girîng jî çandinî û hin pîşesaziyên madeyên xwarin û madeyên pîşesazî ye. Ev jî ji ber hebûna piraniya çavkaniyên sereke yên ji bo pîşesazîyan, her wiha hebûna pisporiya teknîkî, endezyarî û herêmî.

Yek ji girîngtirîn komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê ji dema damezrandina wê ve, Komîteya Aborî bû. Vê komîteyê ji destpêka karê xwe li Reqayê roleke pêşeng di pêşxistina aborî û pîşesaziya li Reqa û gundewarê wê de lîst. Çi di aliyê ji nû ve avakirina binesaziya avahiyên pîşesazî û çi jî di warê çandiniyê de. Li gorî ku hevserokê Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Reşad Kurdo jî ragihand, rêjeya wêranbûna li Reqayê ji sedî 100 bû.

Komîteya Aboriyê gelek projeyên ku dikevin xizmeta herêmê bi giştî pêk anîn, ji wan kargeha guvaştina zeytûnan li gundewarê bakurê Reqayê, kargeha ziwakirina garis li bajêr, karegeha pembû, avakirina 6 depoyên dan û dexelan li gundewarên Reqayê, kargeha êmê ku di her saetekê de nêzî 15 hezar ton hilberîn dike, kargeheke ziftê û aşek.

Kurdo diyar kir ku ji dema rizgarkirina bajarê Reqayê heta îro 380 ruxset ji kargeh û navendên pîşesazî re hatine dayîn, bi rêya wê sotemenî tê belavkirin da ku karê di hundurê kargeh û dezgehên pîşesaziyê de hêsan bike.  Her wiha hemû pêdiviyên rojane ji 204 ton ard heta bi hevîrtirşkê piştgiriya 108 firinên nan tê kirin.

REQA DI WARÊ ÇANDINIYÊ DE

Çandinî yek ji çavkaniyên aborî yên herî girîng li Reqayê ye û rêjeya herî zêde ya xebatê digire. Ev di serî de vedigere hebûna ava avdanê û projeyên wê, her wiha ji ber projeya El Raîd û El Belîx ku ji mezintirîn projeyên avdanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Komîteya Çandinî û Avdaniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê hemû pompeyên avdanê ku hejmara wan 24 in û bi temamî hatibûn rûxandin, sererast kirin.

Rûberên ku ji projeyên avdanê hatine avdan 93 hezar hiktar e. Rûberên zeviyên avdanî yên ku li ser rûbar û avên çandiniyê ne, 190 hezar donim e, yên bi rêya bîran jî 140 hezar donim e. Li gorî Komîteya Çandiniyê, Komîteya Çandinî û Avdaniyê ya Reqayê kariye hemû projeyên avdanê ji nû ve bide xebitandin û hemû rûberan av bide.

Reqa bi gelek cureyên çandiniyê û berhemên cihêreng navdar e. Genim, pembo û garis ji çandiniya sereke ne. Her wiha darên fêkî û sebzeyan jî. Reqa di heman demê de bi pirbûna çandiniyên zebeş û kunciyan jî navdar e.

Hilberîna genim a bajarê Reqayê di sala 2022'an de gihaşt 120 hezar ton, mewsimê pembo jî yê sala 2021'an gihaşt 25 hezar ton. Ceh jî di sala 2021'an de gihaşt 75 hezar ton. Reqayê her wiha di gelek madeyên çandiniyê de, di nav wan de sebzeyên havînê û hin cureyên fêkiyan ên wekî tirî, hinar û çeftelî jî dikarîbû xwe têr bike.

Ji bo teşwîqkirina çandiniya garisan jî, Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya bajarê Reqayê ji bo nûjenkirina kargeha ziwakirina garis bi kapasîteya hezar û 800 ton rojane xebitî.

TENDURISTÎ

Weke her qadê, ew jî ji şer û "terorê" bandor bûye. Pareke mezin a wêrankirinê gihaşt qada tenduristiyê jî, di warê wêrankirina nexweşxane û navendên tenduristiyê û dizîna alavên wan de. Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê bi awayekî mezin hat wêrankirin. Meclisa Sivîl a Reqayê bi piştevaniya rêxistinên ku piştgiriya beşên tenduristiyê dikin, karîn wê bi tevahî sererast bikin.

Her wiha nexweşxaneya welidandin û zarokan, Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd û 30 navendên tenduristiyê li bajarê Reqa û gundewarê wê tevî alavên destwerdana lezgîn, ambûlans, hemşîre û bijîşkan.

PERWERDE Û HÎNDEKARÎ

Piştî rizgarkirin û pêşketinên di hemû qadan de, derdora 140 hezar xwendekar li xwendinê vegeriyan. 380 dibistanên hersê astan jinûve hatin amadekirin ku derdora 6 hezar mamoste û rêveber tê de perwerdeyê didin.

Her wiha Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava salekê de Zanîngeha Şerq li Reqayê vekir.

‘BI XEBATÊN MECLISA SIVÎL Û HEVKARIYA ŞÊNIYAN JIYAN LI BAJAR VEGERIYA’

Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebduselam Hemsorik got: "Piştî rizgarkirinê Meclisa Sivîl a Reqayê derbasî bajar bû. Rêjeya wêraniyê pir bilind bû ku gihaşt ji sedî 95ʹan. Çeteyên DAIŞ hemû qad, perwerde, tenduristî û xizmetguzarî bi temamî hilweşandibû.”

Hemsorik bal kişand ser xebatên Meclisa Sivîl a Reqayê û got: "Di nava 5 salên rizgarkirinê de me gelek xizmet pêşkêş kirin. Xebata me hîna berdewam e. Ev ji bi saya xebatkarên Meclisa Sivîl a Reqayê û hevkariya şêniyên ku vegeriyan malên xwe û jiyan li bajar vegerandin, pêk hat.ʹʹ

Ebduselam Hemsorik destnîşan kir ku şêniyên Reqayê bi xaka xwe ve girêdayî ye, lê ev yek li xweşiya dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê nayê û wiha domand: "Rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilat û Sûriyeyê ji bo hemû herêmên Rojhilata Navîn rewşeke bêhempa ye û tovê demokrasî û jiyana hevbeş e.”

GUHERTINÊN SIYASÎ

Rizgarkirina Reqayê ne tenê pêngaveke leşkerî ji bo qewitandina çeteyên DAIŞ ji Reqa û gundewarê wê ye, lê belê ji rêya avakirina partiyên siyasî û projeya neteweya demoratîk hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêbazên siyasî û demokratîk hebûn.

Li ser mijarê endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zilîxa Ebdî diyar kir ku Reqayê rojên zehmet û xetere derbas kirin û ya herî xetere belavbûna çeteyên DAIŞʹê li bajar bû. Her wiha got: "Rizgarkirina bajar bi destê şervanên QSDʹê hat nivîsandin. Lê em nikarin xebatên Meclisa Sivîl a ji bo pêkanîna ewlehî û îstîqrarê li herêmê înkar bikin. Her wiha gelek partiyên siyasî yên sîstema meclisê pêk tînin, hene û hewl didin armanca neteweya demokratîk pêk bînin. Ev hemû encamên hevgirtina pêkhateyên Reqayê ye.”

Zilîxa Ebdî da zanîn ku projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş û demokratîk a li herêmê projeyeke serkeftî ye, şande ji dewletên rojava û dewletên koalîsyonê serdana Meclisa Sivîl a Reqayê kir û eşkere kirin ku projeya neteweya demokratîk projeya herî guncaw a li herêmê ye.

Zilîxa Ebdî banga pêkanîna biryara 2254ʹan kir ku hêviyên gelê Sûriyê bi cih tîne û dawî li azarên wê tîne.

(ekîb)

ANHA